24 augusti 2015

Li Tirkiyê kurd ji bo tirkan wek pezê qurbanê ne

Li Tirkiyê dewleteke demokratîk, dewleteke li gorî qanûnan û huqûqê dixebite, dewleteke wek dewletên Ewrûpa tuneye.
Erê navê "dewleta tirk" dewlet e, lê di maneya hevdem û rast da ne dewlet e, ne dewleteke huqûqî ye.
Li Tirkiyê kî li ser hukim be dewlet ew e, dewletê ne li gorî qanûn, li gorî îdeolojî û berjewendiyên xwe îdare dike.
Heger dewleta tirk bi rastî dewlet bûya û li gorî qanûnan û di çarçeweya huqûqî da bixebitiya Erdogan nikanîbû hewqas tiştên bêqanûnî bikira, hewqas zulm li kurdan bikira, bi hezaran siyasetmedarên kurd û îdareciyên ji alî gel ve hatine hilbijartin bi emrekî bidana girtin.
Heger li Tirkiyê dewleteke demokratîk û serbixwe hebûya çete û faşîstên tirk nikanîbûn ev zulm li kurdan bikirana.
Ji ber ku li Tirkiyê kî li ser hukim be dewlet ya wî ye, wasiteyeke wî ya terorê ye loma Erdogan dikane vî hukmî bike.
Loma çete û faşîstên tirk dikanin kurdan hewqasî terorîze bikin.
Li Tirkiyê kurd ji bo tirkan wek pezê qurbanê ne.
Li Ewrûpayê hukûmet nikane dewletê, îdareyê, dadgehan, hêzên ewlekariyê li gorî daxwaza xwe îdare bike, nikane derkeve derî qanûnan. Bixwaze jî nikane bike.
Lê li Tirkiyê tiştekî wiha tuneye, kî îktîdar be hertişt ew e...
Erdogan bixwaze dikane hemû partî, komele û dezgehên kurdan bide girtin, diakne milyonek, du milyon kurd têxe zindanan. Dikane rojê çend kurdan li vir û li wir bi çeteyên xwe bidin lînckirin.
Yanî ji ber ku li Tirkiyê dewleteke demokratîk û bêteref tuneye û ya heye jî ne ya kurda ye, lema jî huqûq, edelet û qanûnên kurdan biparêzin tuneye, hukûmet û çeteyên dewletê çi zulmê li kurdan bikin ne sûc e, serbest e...
Û jixwe lema jî dilê wan çi dixwaze wiya dikin. Digrin, dikujin, terorîze dikin, bombebaran dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE