27 augusti 2015

Ma sûcê diz qet tuneye ?


Hin kes bi hosteyî tim xwediyê malê, yê diz ketiye mala wî sûcdar dikin, efendim dibê te pace baş bigirta, derî çanqel bikira, filan û bîvan. 
Lê ji diz ra qet tiştekî nabêjin. Fena ku qet sûcê diz tunebe û hemû sûc yê xwediyê malê be.
Bira çend gotinan jî ji diz ra bibêjin!
Yanî herewere sûc yê PKKê ye, PKKê wiha bikra ewê wiha nebûya, HDPê wiha bikira ewê nizanim çawa nebûya.
Rast e, şaşiyên PKKê pir in, dikanîbû siyaseteke hîn baş, hîn netewî bimeşanda.
Herçî HDP ye jixwe ne partiyeke kurd e û tu carî jî siyaseteke kurd û Kurdistanî nameşîne. HDP li ser daxwaza Erdogan hat avakirin lê belê dû ra hesab şaş derket.
Lê belê PKKê şaşiyek jî nekira, hertişt rast û li gorî dilê me û Erdogan bikira jî ferq nedikir, netîce dîsa ewê ev bûya.
Ji ber ku Erdogan carê biryara xwe dabû, dibê ”lîstika aştiyê” biqedîne û dest bi şer bike.
Çimkî êdî dirêjkirin ne mimkûn bû, ya ewê tiştekî konkret bida kurdan û PKKê ya jî ewê têkilî qut bikira.
Ji ber ku nêta wan û dayina tu mafan tunebû lema jî dawî dan ”lîstika aştiyê”.
Mesele ev e.
Ji ber ku ev zêdeyî salekê ye(heta hîn jî berê) Erdogan dibêje mesela kurd tuneye, me hertişt daye kurdan, ma êdî çi dixwazin?
Erdogan tu carî dev ji jargona ”terorîzmê” û ”rêxistina terorîst”, yek dewlet, yek milet, yek al, yek welat û yek zimanî berneda.
Erdogan hertim gotiye, li Tirkiyê ”yek milet heye” û ”zimanê miletê min jî yek e.”
Yanî perwerdeya bi kurdî ji roja roj da red kiriye.
Lema jî PKKê wiha bikira wiha nedibû çîrok e, bi hostayî û bi konetî parastina Erdogan e.
Yê mase wergerand Erdogan e.
Yê got ez protokola Dolmabahçeyê nas nakim Erdogan e.
Heger Erdogan bixwesta ”lîstika aştiyê” xera nedibû.
Heger Erdogan bixwesta şer dernediket.
Heger Erdogan bixwesta ewê bi HDPê ya jî bi CHPê ra koalîsyon çê bikira û biryara hilbijartina pêşwext nedihat girtin.
Ne ji ber şaşiyên HDPê û PKKê, ji ber ku Erdogan dixwaze hilbijartin dubare dibe. Ji bo ku HDPê li derî meclîsê bihêlin.
Yanî em xwediyê malê yanî PKKê rexne bikin û gelek rexneyên me rast in jî, lê belê dibê em diz jî ji bîr nekin, sûcê mezin yê diz e, dibê meriv vê rastiyê bi zimanekî zelal bibêje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE