09 augusti 2015

Teqlebazî


Min qet kevok xwedî nekirin. Lê hevalên min yên kevok xwedî dikirin pir bûn. Danê êvaran gava kevokên xwe yek bi yek bera hewa didan, bi wan ra min jî li fira wan temaşe dikir. 
Hin kevok hebûn pir teqlebaz bûn, çer bi hewa dikin teqle li ser teqlê diavêtin, li asîmanan geh bi vî alî da û geh bi wî alî da şûş dibûn, diherikîn, bilind û nizim dibûn.
Meriv dibû heyranê fir û teqleyên wan. 
Lê bi taybetî jî xwediyên wan ji kêf û zewqê mest dibûn û dest bi pesndana wê kevoka xwe teqlebaz dikirin.
Helbet teqlebazî ne mexsûsî kevokan tenê ye, hin însan jî wek kevokan teklebaz in. Li gorî berjewendiyên xwe teqla davêjin. Û bi van teqlên wan jî meriv matmayî dihêlin…

XXX
Li Kurdistana başûr şeş fermandarên pîşmergeyan derbarê gelşa hilbijartina serokê Kurdistanê da ultîmatumek dane partiyên siyasî. Di beyana fermandarên pêşmergeyan da ji partiyan tê xwestin ew dev ji nakokiyên nabêna xwe berdin û li ser posta serokê Kurdistanê li hev bikin.
Bi dîtina min ev nerazîbûna fernandarên pêşmergeyan tiştekî baş e, dibê miletê kurd jî piştgiriya vê beyanê bike.

XXX
Kurd ji terorê, ji kuştinê, ji mirinê mezintir in. Ew me çiqasî terorîze bikin jî, ew me çiqasî bikujin jî emê hîn mezintir bibin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE