21 augusti 2015

Tirk çima bêyî xwe ji kesî hez nakin?




Li gorî anketeke Merkeza Lêkolînê Pewê(Pew Research Center), tirk ji miletên din qet hez nakin, bi çavekî pir negatîf li miletên din dinêrin.
Tirk di serî da herî bêtir ji Îsraîl hez nakin, tenê ji sedî duduyê tirkan bi çavekî pozîtîf li Îsraîl dinêrin. Bi îhtîmaleke mezin ew jî kurd  û cihû ne.
Piştî Îsraîl dewleta tirk qet jê hez nakin Emerîka ye. Ji kesên beşdarî lêkolînê bûne tenê ji sedî 19 bi çavekî pozîtîf li Emerîka dinêre.
Lê ne Emerîka û Îsraîl tenê, tirk li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê,  Çînê, Rûsyayê û Brezîlyayê û welatên din  jî pir negatîf in, bi çavekî neyarane li van welatan jî dinêrin.
Li gorî lêkolînan civata tirk li hemberî hemû welatan, heta li hemberî mirovên tirk bi xwe jî pir bi şik û guman in, mirovê tirk her welatî wek dijminê xwe dibîne.
Gava meriv li lêkolînê dinêre meriv dikane bibêje belkî ji ber tesîra dîn e, yanî tirk misilman in loma li hemberî miletên ne misilman negatîf in.
Lê lêkolînê derxistiye ortê sebeb ne ev e, tirk ji Îranê, ji Suûdiya Erebî û ji welatên misilman yên din jî hez nakin. Bi çavekî nebaş li wan jî dinêrin.
Lêkolînerên Pewê ev neyartiya tirkan ya bi her miletî ra wiha şirove kirine, gotine:
”Esas, dîtina welatekî ya jî dezgeheke tirk bi rastî jê hez bikin pir zor e, helbet Tirkiye ne tê da…”
Yanî tirk bêyî Tirkiyê li dijî hemû welatan in, misilman ne misilman ji tu welatî hez nakin, tenê ji Tirkiyê hez dikin. Tenê Tirkiye û tirk baş in. Wekî din her kes, her welat pîs e, neyarê tirka ye…
Ev jî tê wê maneyê tirk dixwazin li dinyayê bêyî tirkan tu miletekî din û bêyî Tirkiyê tu wletekî din nemîne.
Û bi taybetî jî dibê kurd li dinyayê tunebin. Çimkî her tirk dinyayek bê kurd û Kurdistan xeyal dike.
Li dinyayê tenê Tirkiye û tirk hebin…
Li gorî lêkolîneke din(li ser baweriya nabêna însên) li dinyayê Tirkiye civateke herî bêîtîmad e, bêbawerî ye. Baweriya kesî bi kesî tuneye, kes bi kesî îtîmadê nake.
Di lêkolîneke di sala 2008a da Tirkiye di nav a 60 welatî da bûye welatê herî dawî. Li gorî wê lêkolînê tenê ji sedî 4,9ê  însanan gotine em bi însanên din baweriya xwe tînin.
Ev nîspet/rêje di mustewa Ruandayê da ye. Li Ruandayê 21 sal berê tutsia û hutua nêzî milyonek însan ji hev kuştin.
Rêjeya îtîmadê/pêbaweriyê li Swêd û Norweçê ji sedî 70 ye. Swêdî û norweçî baweriya wan bi însanan heye, ji tu miletî, ji tu dewletê nefret nakin, bi taybetî ne neyarên tu miletî û tu dewletê ne.
Dema meriv bala xwe dide van reqem û netîceyên lêkolînan meriv dikane bi rehetî bibêje civata tirk civateke PARANOYAK e, yanî nexweş e. Civateke ji her kesî şikê dike, baweriyê bi kesî nayne, tenê bi xwe tîne.
Jixwe di trafîkê da, di minaqeşeyên siyasî da, di minaqeşeyên nabêna însanan da meriv vê civata paranoyak xweş dibîne.
Gava meriv ji der da li Tirkiyê temaşe dike, bala xwe dide debatên di telewîzyonan da û li axaftin û minaqeşeyên siyasetmedaran guhdarî dike meriv dibînku civata tirk ne civateke normal e. Ji bo ku meriv paranoyakiya civatê bibîne ne hewceye meriv psîkolog be, herkes pir rehet dibîne civateke nexweş e.
Heger Tirkiye civateke normal, ne civateke paranoyak bûye vê dewletê, vî miletî hewqas zulm li me kurdan nedikir, hewqas xwîn nedirijand. Belkî ji sedî 99ê civatê dixwaze me kurdan wenda bikin, qir bikin. Dixwazin li dinyayê yek kurd nemîne. Kurdên hene dibê li herderê tim bindest bin. Ev ne şêla civateke normal e, belkî ji paranoyakiyê jî wêdatir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE