10 augusti 2015

Tirkiyê 6 birîndarên YPGê teslîmî El Nusrayê kirine



Cîgirê grûba HDPê yê meclîsê Îdrîs Baluken, di beyana xwe da gotiye misteşarê wezîrê karûbarê hundur qebûl kiriye ku wan 6 endamên YPGê yên birîndar teslîmî çeteyên El Nusra baskê Ahrar El-Şam kirine.
Meriv naxwaze bawer bike!
Dewletek çawa dikane sûcekî wiha bike?
El Nusra û Ahrar El Şam, ji alî Koma Neteweyan ve wek rêxistinên terorîst tê qebûlkirin û Xwedêgiravî Tirkiye bi xwe jî ev rêxistin wek rêxistinên terorîst qebûl kiriye. Lê dîsa jî birîndarên kurd teslîmî van qatilan kirine.
Her 6 endamên YPGê yên birîndar di operasyoneke pûlisan da li Egitim Senê hatibûn girtin û ji alî mahkimê ve jî serbest hatibûn berdan.
Lê pûlisên Şûbeya Biyaniyan ji bo ku wan bikujin her 6 birîndarên YPGê dibe teslîmî El Nusra dikin.
Hûn dibînin bê ev dewlet, ev hukûmet çiqasî neyarê miletê kurd e, bi hezaran qatilên Daîşê û Elnusrayê li Tirkiyê deeman dikin, wek rohniya çavên xwe li wan dinêrin lê 6 xortên kurd yên birîndar ji bo kuştinê didin qatilên El Nusrayê.
Ev sûcekî şer e, sûcekî li dijî peymanên navnetewî yê şer e û cezayê wê jî giran e.
6 kurd çima teslîmî qatilên ereb kirine?
Ji ber ku kurd in!
Ev hukûmet hukûmeteke hewqasî neyarê kurda ye, cenazeyên kurdan bera hundur nade û birîndarên wan jî teslîmî çeteyên El Nusra-Ahrar El-Şam dike.
Kurd, dibê zulm lê bibe, merhamet lê nebe û were kuştin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE