20 september 2015

Dewlet gorristanên kurdan jî wêran dike


Leşkerên tirk di 17ê mehê da li Vartoyê du gorristanên gerîla, ”Goristana Şehîd Îsmaîl” û ”Goristana Şehîd Ronahî”, berê bi helîkomteran bombe kirin û dû ra jî di bin kontrola tîmên polîsan da bi buldozeran hemû gorr yek bi yek xera kirin.
Mala Cemê û mizgefta di goristanê da jî xezeba polîs û artêşa tirk xelas nebûn, polîs û leşkeran ew jî xera kirin.
Bifikirin, ev dewlet ne tenê kurdên zindî qetil dike, miriyên me jî dikuje, tehamula vê dewletê ne ji kurdên zindî ra tenê tuneye, ji kurdên mirî ra jî tehamula wê tuneye.
Li gorî vê dewletê dibê kurd werin kuştin, lê belê gerek gorrên wan tunebe.
Bifikirin, dewletek bi helîkopteran gorristanan bombebaran dike, bi buldozeran kêlên gorran dişkîne, îbadetxaneyan hildiweşîne.
Naziyan jî wahşeteke wiha nekiriye.
Ez bawer nakim li dinyayê tiştekî wiha qewimî be.
Li Swêd gava rasîstek kêlên(kevirên) gorrên cihûyan dişkîne û tê girtin, dewlet dibêje ev kes nexweş e, motajî tedawiyê ye, wî digrin bin tedawiyê.
Lê li Tirkiyê ne rasîstekî nexweş, dewlet gorristanên kurdan xera dike, mizgefta gorristanê xera dike.
Ev wahşeteke nedîtî ye, îdeolojiyeke ji nazîzmê jî wêdetir e.
Miletek, dewleteke çawa dikane ji miriyên miletekî jî nefret bike, ez fêm nakim.
Di ser vê bûyera kesnedtî ra 3 roj derbas bûne, lê hîn jî ne medyaya tirk qala vê wahşetê kiriye û ne jî siyasetmedarekî, alimekî, ronakbîrekî û dîndarekî tirk ev wahşet protesto kiriye. Min bi xwe nedît.
Tenê medyaya kurd û medyaya sosyal xebera bûyerê da û risimê gorristana wêranbûyî belav kir.
Lê tirkan ne di telewîzyonan da û ne jî di rojnameyan da qala bûyerê nekirin, heta xeberek jî li ser belav nekirin.
Çima?
Ji ber ku gorristana kurda ye.
Li Tirkiyê mirovahî mirî ye, exlaq nemaye, însan ji însaniyetê derketine. Ûjdanê tirkan, ûjdanê ronakbîr û dîndarên wan bûye kerikonekî reş…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE