03 september 2015

Halê me û qereçî û parsekên kuçeyan yek e

Di nabêna me û qereçiyên (mitrib,cîngene )û parsekên li kuçe û kolanan radikevin da tu ferq tuneye, em jî bêwelat in, ew jî...
Ji ber ku em herdu milet jî bêwelat em tim dibin mahcirên vî welatî û wî welatî, ji xelkê ra dibin problem û zarokên me di bahran da difetisin .
Lê dîsa jî gelek kurd li ber vî halê xwe yê bindest û rezîl nakevin, ji ber ku bindestên ereb, tirk û farisan e ji xwe şerm nakin.
Heger şerm bikirana, heger piçekî li ber xwe ketana ewê nebûna hevalên tirkan, nebûna parlamenter û wezîrên partiyên tirk.
Bi meriv ra xîret û heya nemîne meriv ne ji bindestiya xwe û ne jî ji hevalbendiya neyarê xwe şerm dike.

XXX
Bi dîtina min termê Alanê kurd yê 3 salî danîne ser masayek rast, qatlên wî û miletê kurd bi qasî Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê xwediyên vê masê, Neteweyên Yekbûyî ye jî. Heger Neteweyên Yekbûyî bindestiya me qebûl nekira Aylan û birayê xwe nedibûn qurbanên pêlên deryayê.
Lema jî ciyê Aylanê 3 salî rast e, yên li dora wê masê rûniştine ew jî sûcdar û mesûlên qetla me ne...

XXX
Ev herdu kulîlkên kurdan, ev herdu birayên pêşeroj û hêviyên kurdan, Galipê 5 salî û Alanê 3 salî do ew jî wek hezarên berî xwe bûn qurbanên pêlên derya Egeyê û bi termên xwe yên li qeraxa deryayê ûjdanê dinyayê hejandin, ji Kobana birîndar, ji Kobana bêşans û bêtalih bûne.
Ez bêhed xemgîn û bêçare me…
Serê xwe li ber hemû şehîdên Kobanê û Kurdistanê ditewînim...

XXX
Tirkiye bûye welatê tirs û xofê, her kes ji xwe ditirse, kes bê tirs, bê qisawet ranakeve. Erdogan bûye kabûs û ketiye ser dilê her kesî.
Kurd, tirk, feqîr, zengîn, fabrîkator, çep, rast, ronakbîr, rojnamevan, siyasetmedar, ne siyasetmedar her kesê wek ku Erdogan neke, wî memnûn neke, wî aciz bike di tahlûkeyê da ye. Hertim dikane were girtin û hemû mal û milkê wî ji dest here.
Tirkiye di her warî da bûye welatekî bêqanûn, welatekî çavsor û zorbayan.

XXX


Xeyal ji jiyanê xweştir e, dibê em kurd tim xwedî xeyal bin. Xwediyê xeyalên mezin bin, xwediyê xeyalên yekîtiyê û Kurdistana azad bin.
Merivê bêxeyal bêarmanc e, bêruh e, bi saxî mirî ye.
Netirsin, xwediyê xeyalên mezin bin!
Em mecbûr in xwediyê xewn û xeyalên mezin bin. Bêyî xeyalên mezin gihîştina hedefên mezin ne mimkûn e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE