02 september 2015

Heger hûn dengê xwe bikin emê serê we bipelixînin !

Di roja duyem ya wezîfeya xwe da ji kurdan ra got: heger hûn dengê xwe bikin emê serê we bipilixînin !
Wezîrê karûbarên hundur yê nuh Selamî Altinok, roja duyem ya wezîfeya xwe gef li kurdan xwar û dest bi tehdîdên ”serîpelçiqandinê” kir.
Mudûrê emniyata Stenbolê yê berê û wezîrê nuh Selamî Altinok gotiye:
”Li hemberî serîhildana li dijî dewleta tirk û miletê tirk emê musamahayê nîşan nedin, deme hewce be emê bi rengekî pir sert serê wan bipelixînin.”
Mêrik rast gotiye, tiştê gotiye dikin.
Jixwe tiştê bi tirkan pir zor tê serîhildana kurda ye, ev yek bi wan pir zor tê, dixwazin vê serîhildanê bi rengekî hovana bişkînin ji bo kurd careke din cesaretî tiştekî wenî nekin.
Lê miletê kurd ji zû da ye dîwarê tirsê hedimandiye, gefên wiha ji bo miletê kurd êdî wek fisên tajiyan e…
XXX

Ne hewce ye meriv alim û rimildar be,
heta Erdogan li ser hukim be
ji kurdan ra ewê rehetî tunebe
hêvî dikim ev texmîna min ya reşbîn şaş be

XXX
Hin kes li ser kursiyeke dewletê ya saxlem rûniştine û wek muftiyan waizê didin, şîretan li kurdan dikin. Fena ku ew ne kurd bin û tu daxwazeke wan ji dewletê tunebe, fena ku tu gelşeke wan bi dewletê ra tunebe.

XXX
Dostî jî, dijminatî jî eşkere xweş e, meriv kesî naxapîne. Lê herkes hewqasî ne camêr e, hin kes bi dev dost xuya dikin, lê bi dil dijmin in...

XXX
Li Tirkiyê ewê 37 hezar mamosteyên tirkî werin girtin.
Hejmara mamosteyên ji bo kurdî werin girtin 12 heb in.
Ji tirkî ra 37 hezar, ji kurdî ra 12 heb.
A ev e wekheviya tirk û kurdan.
A ev e edaleta dewleta tirk
.


XXX
Dek û dolabên, kemîn, hîle û fêlbaziyên Erdogan pir in. Fena ku dewleta wî tu tiştekî xerab nake, fena ku dewleta wî her roj gund û bajarên kurdan wêran neke û zarokên kurdan nakuje, sûcdar tenê PKK ye, banga çekdanînê li PKKê tê kirin.
Hin eşîrên kurd, konsulekî emerîkî, siyasetmedarên kurd ji bo çekdanînê bang li PKKê kirine, gotine şer rawestîne.
Baş e, rind e, bir a PKK dev şer berde, lê belê dewletê jî ji bîr nekin, dewletê mala kurdan şewitandiye. Dibê ji vê dewletê ra û ji Erdogan ra jî du peyv werin kirin.
Mesele ne tenê rawestandina şer e, ev dewlet ewê çi bide kurdan, dibê ev jî ji dewletê û Erdogan were pirsîn, were xwestin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE