11 september 2015

Îro roja namûsê ye

Medya û ajansên tirk, CNN Tirk, AA, NTV, Haberturk, Îhlas, Cîhan Haber, Dogan Haber û yên din li hemberî qetlîama Cizîrê bêdeng in, dîmenên meşa gel û ya heyeta HDPê rindikî nîşan nadin. Fena ku li Tirkiyê bûyereke wiha mezin tunebe, fena ku bajarek ev 7 roj in ne di bin îşxalê da be, derketina derve qedexe ye. Û Davutoglu got ”qedexeya derketina derva” çiqasî lazim be ewê heta wê demê dom bike.
Ev çavsorî ye, teroreke nedîtî ye, meriv çawa dikane bi hefteyan şêniyên bajarekî 130-40 hezar însanî di hunduran da zîndan bike. Ev barbarîyeke mezin e.
Medyaya tirk, bêdengiya wan ne bes e risim û xeberên di medyaya sosyal da belev dibin jî tekzîp dikin, dibêjin rismê zarokê di dolaba bûzê da derew e, ew rismê zarokekî filistîn ye.
Medya û ajansên tirk bi vê bêdengiya xwe, bi van derew û tzwîratên xwe piştgiriyê didin teror û qetlîama hukûmeta AKPê.
Ne xêra medyaya PKKê û medya sosyal be haya kesî ewê rindikî ji rewşa gelê Cizîrê çênebe.
Dibê em kurd xwe bigihînin ajansên cîhanê, wan ji vê zulm û terora dewleta tirk haydar bikin, dîmenên ji Cizîrê û ji meşa gel bigihînin ajansên cîhanê.
Ji nuha da Cizîr bûye Kobana Tirkiyê, dibê em bi hemû hêza xwe li Cizîrê xwedî derkevin…

XXX
Parlamentera AKPê Lutfiye Çam gotiye, nekujin, ji ber ku ji me ra erzan dixebitin, ji ber ku ji mer a xulamtiyê dikin.
Parlamentera AKP ya Anqerê Lutfiye Selva Çam, derbarê lînckirina kurdan û talankirina mal û milkên wan da gotiye:
”Hin karkirên demsalî li Anqerê êşandine, bera wan dane. Ew reben in, ji ber ku maliyeta îş daxistin ew welînîmeta KOBê(kargehên biçûk û orte) ne.”
Yanî heger feyde negîhandana kargehên biçûk û mezin, erzan nexebitiyana qetla wan helal bû.
Dibê neyên kuştin, ji ber ku ji tirkan ra erzan dixebitin, ji tirkan ra xulamiyê dikin.

XXX


Erdogan dixwaze Cizîrê jî bike Kobanê. Bi Kobanekê dilê wî rehet nebû, dixwaze Kobana duyem jî çêke. Heger armanca wî ne ev bûya ev êrîşa hovane nedibir ser gelê Cizîrê. Cizîr nedida ber topan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE