06 september 2015

Kemalîzim çi ye?


Berê wisa dihat bawerkirin, kemalîzim bi CHPê, leşker û hin siwîl û brokratan ve sînorkirî ye. Dîndarên tirk, tevgerên îslamî antî kemalîst in, ne di bin tesîra îdeolojiya kemalîzmê da ne.
Ne wisa ye, rejîma AKPê ya dîndar ya 13 salan nîşan da ew ji herkesî bêtir kemalîst in.
Li Tirkiyê kemalîzim bi partiyekê, du partiyan ve ne sînorkiriî ye, hemû partî, çep rast, faşîst, dîndar, lîberal hemû kemalîst in, ji sedî 99ê civata tirk, miletê tirk kemalîst e.
Ma kemalîzim çi ye?
Kemalîzim, berî hertiştî dîktatorî û îdeolojiyeke ceberûd e.
Kemalîzim, nîjadperestî û faîşizim e.
Kemalîzim, înkar û asîmîlasyon e.
Kemalîzim, îdeolojiyeke talankir, dirinde û neînsanî ye.
Kemalîzim, nazîzim e, nazîzma alman jê îlham girtiye.
Xusûsiyetên jor ne mexsûsî MHP û CHPê tenê ye, AKP, dîndarên tirk ji wan xerabtir in.
AKPê, bi îktîdara xwe ya 13 salan nîşan da ku ew ji herkesî, ji hemû partiyan kemalîsttir e.
Erdogan û Davutoglu nîşan da ew ji Alpaslan Turkeş û ji Devlet Bahçelî xerabtir in, ne baştir in.
Yanî kemalîzim dîn û îdeolojiya miletê tirk e.

XXX


Erdogan Sûriye wêran kir, nuha jî bi milyonan koçberên ji ber çeteyên wî reviyane dişîne ser Ewrûpa. Tiştê anî serê Sûriyê ewê bîne serê Ewrûpayê jî.
Û kes jî nikane xwe bi qurban ke, tiştekî pê bike.
Berê Sûriye xera kir, nuha jî bi riya çeteyên xwe çi pere bi kê ra heye jê distîne û qefle bi qefle rêdike ser Awrûpa. Ji Afrîkayê, Asyayê bi sedhexaran însan anîne û tîcaretê pê dikin. Hertişt li ber çavê dewletê dibe. Bi hezaran însan li Bodrumê xistine dorê û dişînin Yûnanîstanê. Ev îş bi plan û organîzeya dewletê dibe.
Û Ewrûpa jî nikane tiştekî bi vî zalimî bike

XXX
Hin kes fena ku nizanibin li musebîbê rewşa Sûriyê û şerê PKKê û Tirkiyê digerin. Fena ku nizanibin, dibêjin dibêjin, "kê wiha kir, kê ev şer derxist, kîjan aqilî rewş anî vî halî?"
Qet xwe xam nekin û li nezaniyê daneynin, hûn jî û ez jî baş dizanim ku musebîb Erdogan e, siyaseta Erdogan ya Sûriyê û ya antî kurd e.
Erdogan nexwesta li Sûriyê şer dernediket, bi alîkarî û organîzeya Tirkiyê li Sûriyê şer derket. Gotin piştî hefteyekê emê nimêja îniyê li Şamê bikin.
Ev, gotin û uslûba îşxalkaran e, Erdogan çavê xwe berda bû axa Sûriyê, dixwest Împaratoriya Osmanî ji nuh ve zindî bike û ew jî bibe padîşahê alema îslamê.
Erdogan nexwesta "pêvajoya aştiyê" xera nedibû û bi PKKê ra şer dernediket. Ji ber ku wî xwest şer derket.
Ji ber ku ewdixwaze şer berdewam e.
Erdogan naxwaze tu mafekî netewî bide kurdan. lema şer derxist, lema şer ranawestîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE