28 september 2015

Li gorî muftiyekî Suûdî facîeya Mînayê "qeder" e !


Li ser îzdîhama li Mînayê û mirina 763 kesan û birîndarbûna li dora 900 kesî muftuyekî Erebîstana Suûdî bûyer bi ”qederê” ve girê daye û gotiye, kes nikane rê li ber bûyerên wiha bigre, ”ev qeder”e. Di qedera wan da ev hebû û lema jî ev hat serê wan.
A ferqa ewrûpiyan û ereban, misilmanan ev e. 
Heger ev bûyera wek qetlîamekê li kîjan welatê Ewrûpa biqewimiya ewê li ser lêpirsîn û lêkolînên mezin çêkirina, ewê bi hezaran rûpel li ser binivîsandana û di netîceyê da ewê bigotana çima û ji ber kîjan kêmasiyan îzdîhamemeke hewqasî mezin qewimî.
Û ewê bigotana ji nuha û pê da ewê kîjan tedbîran bigrin ji bo ku careke din felaketeke wiha neqewime.
Yanî heger ewrûpîbûna ewê sebeb û kêmasiyên îzdîhamê fêm bikirana û li gora wê jî tedbîrên xwe bigirtana.
Lê ”alimê” ereb gotiye ”qeder” e, yanî meriv nikane tiştekî bike, li eniya wan ev hatibû nivîsîn û lema jî ev hat serê wan.
Û jixwe gava felsefeya jiyanê baweriya bi qederê be, meriv tiştekî nake, teslîmî qedera xwe dibe.
Û ji ber vê felsefeya jiyanê, ”Xwedê zane”, ”her tişt di destê xwedê da ye”, ”di qedera meriv da çi hebe ewê were serê meriv” misilman bi pêş neketine, nezan û cahil mane û cîhanê Xiristiyan jî di her warî da bi pêş ketiye, bûye xwedî medeniyeteke nuh, xwedî îcad, teknîk û marîfet.
Suûdî û ereb hema hema hîn wek 1400 sal berê dijîn, hîn xwediyê fikir û baweriyên 1400 sal berê ne, di sedsala 21ê da qetlîameke hewqas mezin hîn jî bi ”qederê” ve girê didin.
Lema jî bûyerên wiha her sal diqewimin û heta ku aqil ev aqil be ewê tim jî biqewimin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE