10 september 2015

Li me ferman e !

Polîs û leşkeran bi rê da êrîşî heyeta HDPê ya ku dixwaze here Cizîrê kirin. Osman Baydemîr, Meral Daniş Beştaş û hin parlamenterên din birîndar kirin.
Parlamenterê HDPê Garo Paylan, di twîtta xwe da dibêje ”me barîkat derbas kir, lê rê careke din birîn. Me berê xwe da çiya, midaxeleyî wezîran û parlamenteran dikin.”
Ji do êvarî da ye Cizîrê topbaran dikin. Cizîr dişewite. Gelek mirî û birîndar hene.

Îro roja xîret û namûsê ye, ji destê kê çi tê dibê bike. Heger meriv însan be, piçek û ûjdan û merhamet bi merv ra hebe dibê meriv li hemberî zulma dewleta tirk ya irqçî û faşîst bêdeng nemîne. 
Roj roja namûsê û hevkariyê ye, dibê em gelê Cizîrê bi tenê nehêlin, hawara wan bigihînin hemû cîhanê.

XXX
Ya sitar, yaho cahşên kurdan wer pir in, wer pir in aqilê meriv disekine. Di rojên aram da xuya nakin, lê gava kurd û dewlet tên hemberî hev wek xerzên kulî, wek piyadeyên dewletê derdikevin der…
Tu kîjan kanala TVê vedikî çahşek, du cahşên kurd têda êrîşî PKKê û HDPê û Demirtaş dikin û dewletê jî masûm û bi heq nîşan didin.
Di TRTkurdî da jî van rojan cahş pê li serê hev dikin.
Çawa keftar û sîsarkên sergurrî êrîşê ser beratan dikin, ew jî bi wî rengî êrîşî PKKê û HDPê dikin û şûrê dewleta tirk û AKPê dikşînin. Li gorî wan dewleta tirk, hukûmet pir û pak e, hemû xerabî ji PKKê da ye, ne Erdogan, PKKê şer derxistiye.
Fena ku dewlet, hukûmeta AKPê qet ne neheq e, hemû sûc yê PKKê ye. Lema jî dibê meriv ne dewletê, PKKê û HDPê rexne bike.
Bi xwedê cahşên me jî û xayinên me jî ji yên hemû miletan qat bi qat pirtir in. Û ya xerab kes jî bi çavekî xerab li wan nanêre…

XXX
Yaho ev Sirri Sureyya Onder ne xuya dike û ne jî dengê jê derdê. Ma kes dizane ev xatib û mêrê rojên giran li ku ye?
Di nava heyeta HDPê ya Cizîrê da jî çavê min pê neket.
Min meraq kir.

XXX
Deqîqeya dawî: Cizîr di bin êrîşeke giran da ye, tê topbarankirin. Li taxa Nûr, Cûdî û Sûrê 8 kes hatin kuştin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE