08 september 2015

Ma çima ji mebûsên tirk deng dernakeve lo?

Li dora 30 parlamenterên(mebûsên, wekîlên) HDPê tirk in. Sırrı Sureyya Onder
Nursel Aydogan, Ziya Pir, Huda Kaya, Sezai Temelli, Levent Tuzel û yên din, çima ji van qet deng dernakeve?
Vana li ku ne, çi dikin?
Heger îro ewê dengê xwe nekin, ewê kînga bikin?
Di firehiyê da wek kewê gozel, di telewîzyonan da her roj qebeqeba Sirri Sureyya Onder bû.
Çima nuha dernakeve telewîzyonan û piştgiriya miletê kurd nake?
Li gelek bajarên Tirkiyê avhiyên HDPê tên şewitandin, van parlamenterên tirk çima li dijî êrîşkaran dernakvin, çima partiya xwe naparêzin?
Kurdê saf, kurdê kêmaqil, hinekî bifikire, ji serpêhatiyên xwe dersê bigre…

XXX
Li Balikesîrê bi sedan tirk ketin avahiyên HDPê, tabeleya wê daxistin û hemû eşyayên wê avêtin jêr û şewitandin.
Li Beypazarê malên kurdan hatin talankirin û gelek kurd hatin lînckirin. Li Beypazarê rewş pir krîtîk e.
Xortekî bi navê Sedat Akbaş, li Stenbolê li rawestgeha otobozê ji ber ku di telefonê da bi kurdî peyivî komek tirk lê hatin hev û ew kuştin.
Biratiya tirkan wiha ye...
Li gelek derên din jî ji do da ye eynî êrîş tên kirin. Dibê êdî PKK dev ji siyaseta partiya Tirkyê berde. Dibê dev ji meclîsa wan jî berde. Di meclîsa tirk da giraniya wezîr û parlamenterên HDPê bi qasî bekçiyekî ber derê meclîsê jî tuneye.
Heger bi rastî PKK û HDP ji bo kurdan "xweseriyê" dixwazin dibê 80 parlamenterên HDPê werin Amedê û "xweseriya demokratîk" li wir bixwazin. Vê daxwaza xwe bikgihînin dinayayê jî. Bira kurd jî, tirk jî, Neteweyên Yekbû û Yekîtiya Ewrûpayê jî bizanibin PKK û HDP ji bo kurdan çi dixwazin.
Em nikanin tirkan bikin însan, dibê em doza mafên xwe bikin.

XXX
Burhan Kuzu, Profesorê huqûqê û şêwirmendê Erdogan e û demakê jî serokê komîsyona qanûna esasî bû. Belkî hîn serok e.
Prof. Burhan Kuzu, di di twitteke xwe da gotiye:
”Terorîstên hatine geberkirin(kuştin)miheqeq dibê werin muayenekirin. Wê bê dîtin ku piraniya wan nesunetkirî ne.”
Ev keftar, ev zebanî Profesorê huqûqê ye û şêwirmendê Erdogan yê herî nêz e. De îcar hesab li ba we ye. Dewleta ji teref çeqel û faşîstên wiha ve were îdarekirin ewê çi ji wê dewletê derkeve.
Xwedêgiravî ”profesorê”  huqûqê ye, lê ji dêlî huqûqê bi dû kîrê kurdan yên sunetkirî û nesunetkirî ketiye…
De were vî kerî di vî buhurî ra derbas bike…


Lawo çi îşê te bi kîrê kurdan heye, ma tu sunetçi yî? Bi kurdan ra herdu şikil jî heye. Bela xwe ji kîrê kurdan veke û bibe însan !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE