07 september 2015

Medyaya tirk him şer dixwaze û him jî dike qajeqaj !

Sernivîsa hemû rojnameyên Tirkiyê ya îro çalakiya HPGê ya do ya li herêma Oramarê ye. 
Hemû rojnameyan bi zimanekî xemgînî û kîn û nefreteke mezin ya li hemberî kurdan ev bûyer derxistine manşetên xwe. Hemû rojname serketina HPGê li hemberî artêşa tirk bi ”qahpikî, qeleşî, pûştî û xayintiyê” bi nav dikin.
Gava ew gerîlla dikujin ”qehremanî” ye, lê gava ew tên kuştin dibe ”qeleşî û qahpiktî” û ”xayintî”.
Medya tirk medyake pir rezîl e, faşîst e, neyarê miletê kurd e. Gava gerîlla û kurd tên kuştin dikin dawet û gava leşker û polîs tên kuştin civatê tahrîk dikin, şoevenîzmî enjekteyî mejiyê însanan dikin.
Di şerê do da li gorî beyana serekerkaniyaTirkiyê 16 leşkerên tirk hatin kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.
Lê HPG, qala 31 kuştî gelek birîndaran dike.
Ji do êvar da ye hukûmet ev civîna duyem e dike. Do bi şev di bin serokatiya Davutoglu da heyeta ewlekariyê civiya.
Davutoglu got, emê heyfa vê êrîşa xayin miheqeq bigrin. Ew çiya û banî ewê ji terororîstan werin paqijkirin, heta were paqijkirin operasyon ewê dom bikin.
Îro jî, îcar di bin serokatiya Erdogan da dîsa hemû giregirên dewleta tirk civiyan. Civîn hîn berdewam e. Di civînê da ewê çi biryarê bigrin em nizanin. Lê bi qasî ku xuya ye ewê ji şer ra bibêjin dewam.
Ez bawer nakimn biwêribin êrîşî Qendîlê bikin. Heger bikin ewê li zirarê derkevin.
Bes PKKê jî qûş li wan qetandiye, derbeyên mezin li wan didin, nahêle çavên xwe vekin, li her derê li wan didin.
Bi baweriya min tirk heta zorê, mirinê baş nebînin nasekinin. Bi kêmanî Erdogan nasekine.
Lê leşker çi dibêjin, çi difikirin ew hîn ne diyar e. Çimkî serekerkan û qedema serfermadariyê hîn nuh e. Heger şer gurrtir bibe û zayiatên mezintir bidin leşker dikanin îtîrazî şer bikin.
Sernivîsên/manşetên rojnameyan yên îro.

SABAH
Li Oremarê kemîna xayîn…
HURRIYET
Li Oramarê êrîşa xayîn…
CUMHURIYET
Yekşema Bi xwîn…
MILLIYET
Li Oramarê pûsiya xayin
POSTA
Tirkiye digirî.
HABER TURK
Kezeba me hat xwarê.
VATAN
Dilê me peritî. Hûnê bedelê vê pir giran bidin…
AKŞAM
Terorê çavê xwe berda nan
BUGUN
Agir ket dilîê me.
SOZCU:
Ev çi ûjdan e ya rebî, em nikanin bawer bikin!
TAKVIM:
Li Oramarê pûsiya bi qahpetî
VAHDET:
Em xwîn digrîn
AYDINLIK:
Li Oramarê pûsiya xayin
KORKUSUZ:
Xayinan dîsa êrîş kirin. Dêqahpno, dêqahpno!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE