09 september 2015

Tiştê anîn serê ermeniyan dixwazin bînin serê me jî




Cihû(yahûdî)jî wek me kurdan li gelek welatan mahcir û binddest bûn, li her derê xelkê neheqî li wan dikir û ew pîs dikirin, wek me lînc dikirin, li kuçe û kolanan tuyî ruyê wan dikirin.
Cihûyan di sala 1948a da bi avakirin dewleta Îsraîl dawî dan vê zelûlî û bindestiya xwe.
Nuha dema li derekê, li welatekî hinek neheqiyê li yekî cihû bike, welatê wî heye, dikane here welatê xwe. Dewleta wî li piştê ye dikane pê ra alîkariyê bike, biparêze.
Rewşa me kurdan jî eynî wek ya cihûyan e. Em kurd him li welatê xwe û him jî li Tirkiyê di bin dest û zulma tirkan da ne.
Him dewlet û him jî nîjadpereset û faşîstên tirk gav û saetê heqaretê, zulmê li me dikin.
Çareya me dibê em kurd jî wek wek cihuyan, wek tirkan bibin xwedî dewlet, li welatê xwe bibin xwedî hukûmet û desthilat.
Heta ev nebe halê me ewê tim wiha be, tirk û dewleta wan ewê tim li me xin, milkên me bişewitînin, malê me talan bikin, însanên me lînc bikin, ala tirk û serê Ataturk bi me bidin maçkirin.
Ji ber ku em bindest in, ji ber ku li Tirkiyê em ne xwediyê statuyeke siyasî ne lema dikanin vê zulmê li me bikin.
Entegrasyon, partiya Tirkiyê, çîrok û teroriyên biratiyê û jiyanek bi hev ra hemû vir in, vala ne. Tirkan do bi şev ev çîrok û projeyên PKKê hemû şewitandin.
Dibê PKK dev ji vê projeya partiya Tirkiyê û Tirkiyebûnê berde. Do bi şev îspat bû ku ev siyaseta PKKê ji bin da şaş e. Tirk me qebûl nakin û naxwazin bi me ra bijîn. Dixwazin em tim koleyên wan bin, bê maf û xulamên bimînin. Ji wan ra karkiriyê bikin.
Projeya PKKê ya partiya Tirkiyê û jiyanek bi hev ra, dewleta tirk, miletê tirk do bi şev bi şewitandina hemû avahiyên HDPê û mekanên kurdan têk bir, nîşan da ku ew tiştekî wiha qebûl nakin.
Tiştê miletê tirk û dewleta tirk ji bo me kurdan difikire û plan dike ne wekhevî û jiyaneke mişterek e, aqûbeteke wek ya ermeniyan û rûman(yûnan)e, tiştên anîn serê ermeniyan û rûman dixwazin bînin serê me jî. Dibê siyasetmedarên kurd vê rastiyê bibînin. Û dev ji xeyalên vala berdin.
Em kurd ew tirk, her kes li mala xwe û li welatê xwe.
Kurdên li Tirkiyê dijîn do bi şev dîtin ku di nava tirkan da jiyana wan di tahlûkeyê da ye, ne garantiya malê wan heye û ne jî ya jiyana wan. Lema jî kesên kanibin vegerin welatê xwe dibê hêdî hêdî vegerin. Ev hevîr ewê hîn gelek av hilî ne. Di rojên pêş da ewê gelek bûyerên wiha bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE