13 september 2015

Yê bû hevalê dijminê xwe ewê şûrê wî jî bikşîne

Gotinek heye, dibêjin ”hevalê xwe ji min ra bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî.”
Yanî tu bi kê ra hevaltiyê bikî, bi kê ra rabî û rûnî, tu ji wî, ewê ji tiştekî bigre. Hûn ne wek hev bin, hûn bi hev ra hevaltiyê nakin.
Meriv ne diz be bi dizan ra hevaltiyê nake.
Yê bû hevalê dijminê xwe ewê şûrê wî jî bikşîne.
Kurdek ne zilamê dewletê, hukûmeta AKPê be bi AKPyiyan ra teşrîkî mesaî nake, pesnê AKPê nade.
Ji destpêkirina bûyera Cizîrê û virda ye kurdên zilamê dewletê û Erdogan yek bi yek di kanalên telewîzyonan da, di medyaya sosyal da, ni quncikên xwe yên rojnameyan da sedaqeta xwe ya bi dewleta tirk û Erdogan ra diyar dikin.
Dibê Erdogan- Davutoglu bibînin, di vê roja teng da ew çi difikirin û li aliyê kê ne, hevalê kê ne?
Lema jî rexnekirina PKKê û bêdengiya li hemberî terora dewletê îro baş û xeraban ji hev digerîne, zilamên dewltê û dilxwazên gelê xwe eşkere dike.
Lema jî emû zilamên dewletê û Erdogan ketine dora rexnekirina HDPê, PKKê û terora PKKê.
Li gorî wan sebebê şer, kuştin û qetlîaman PKK ye. Îstatîstîkên ”teroa PKKê”, hejmara polîs  û leşkerên kuştî li dû hev rêz dikin. PKKê wiha bikira wiha nedibû, wiha nekira wiha nedibû…
Lê yek jî bi yek gotinê(navên wan ne hewce ye) rexneyê li dewletê, li siyaseta hukûmeta AKPê, li beyan û neyartiya Davutoglu û Erdogan ya li hemberî kurdan nagirin. Herewere PKK û PKK…
Dewleta tirk ya îşxalkar û faşîst pir û pak e, bêsûc e, ne Lîce, Gever û Cizîr şewitand û wêran kir  û ne jî heta nuha xerabiyek bi kurdn kiriye. Her roj zarokên kurdan nakuje.
PKKê di nava çend rojan da nizanim çiqas û pûlis û leşker kuştin. Lê dewletê ne kesên sivîl kuştine û ne jî gerîla.
Li gorî ajansa dewletê ya resmî(AA) di nava 69 rojan da dewletê 1192 ”terorîst” kuştine, lê bêûjdanên zilamên dewletê vê reqema dewletê jî nabêjin.
Yanî tiştê dewlet bi xwe(rast, derew) dibêje, ew nabêjin. Bi hemû hêz û hunerên xwe kirinên PKKê mezin û yên dewletê jî sifir nîşan didin. Fena ku ev dewlet tu zulmê li me nake, em kurd di nava refahê da pir mufereh dijîn.
Bi rastî sînorê bêûjdaniyê û bêexlaqiyê tuneye.
Ez ji we ra tiştekî bibêjim, piştî hewqas zulm û terora dewleta tirk, kurdê hîn jî tenê PKKê rexne bike û ji vê rejîma faşîst ra tiştekî nebêje, zulm û terora li ser gelê xwe protesto neke, sedîsed ew zilamê dewletê ye.
Ne ajanekî bi sicîl û bi bodro be jî, ajanekî dilxwaz e, bi daxwaza xwe, bi hin kurtêlan zilamtiya vê dewleta irqçî û terorîst dike.
Bêguman mafê her kesî ye siyaseta PKKê û HDPê rexne bike. Ev him normal e û him jî mafekî demokratîk e.
Ez ji her kesî bêtir PKKê û HDPê rexne dikim, bi dîtina min di van bûyeran da tiliya dewletê heye, belkî li gelek deran meriv û ajanên dewletê bi hin provaksyonan milet, xort û hêzên dewletê anîn hemberî hev. Yanî şert û zemîna şer û pevçûnan amade kirin.
Em baş dizanin vê dewletê li Diyarbekrê pere li zarokên kuçan belav kiriye,  ji bo ku keviran bavêjin ji pûlisan da.
Yanî di bûyerên Licê, Farqînê, Geverê, Şemzînan û Cizîrê da jî pir ne dûr e lîstikên wiha hebin.
Jixwe ruyên wan ”gerîlayan” girtî ye, meriv nizane kî çi ye û kî ye. Kî dikane sedîsed bibêje ajanên dewletê di nava wn da tune, ew xortan tahrîk nakin?
Çimkî piştî hilbijartinan Erdogan siyaseta xwe li ser derxistina teşxelê û şer ava kir.
Ancax bi riya kaosê û terorê dikanin HDPê binê barajê da bihêlin û li ser rayên kurdan rûnin.
Û jixwe wa ye sedîsed gihîştin armanca xwe. Tiştê Erdogan dixwest kaos bû, ew jî  wa ye bi rengekî mikemel çê bû.
Lema jî gelek sebebên cidî hene meriv bibêje tiliya dewletê di bûyerên Farqînê û Cizîrê û yên din da heye.
Însan dikane van tiştan û heta hin rexneyên ji van girantir jî li PKKê bigre. Ji viya ra tu îtîrazeke min tuneye.
Lê belê xwediyê van rexneyan gava terora dewletê nebîne, qetlên dewletê kirine nebêje, rexne neke, nebêje ev plana hukûmetê ye, PKK jî hat lîstika hukûmetê, kî dibe bira bibe, navê wî, sifetê wî çi dibe bira bibe, ew zilamê dewletê ye û xêrnexwazê miletê kurd e.
Pir basît e, meriv ne zilamê dewletê be, ji vê hukûmetê û dewletê ne avis be piştî hewqas zulm, hîn jî  pê ra hevaltiyê nake û pesnê hukûmeta AKPê û Erdogan-Davutoglu nade.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE