05 oktober 2015

Binêrin tirk li kurdan çi dikin !

Polîsên tirk li Şirnexê termên kurdan bi erebeyên xwe ve girê didin û li nava bajêr digerînin.
Du roj di ser bûyerê ra derbas bûn, medyaya tirk hîn jî qala vê wahşetê nekiriye, fena ku nemiroviyeke wiha li Tirkiyê neqewimî be xwe kerr û lal dikin.
Ji bo ku kurd tirkan nas bikin ev bûyer tenê bes e…
Ne dewlet tenê, civata tirk jî, medyaya tirk jî bi qasî hukûmetê û dewletê neyarê miletê kurd in.
Dibê em kurd viya baş bizanin.
Jixwe tiştê tê kirin ne şerekî li hemberî PKKê tenê ye, bi tevayî li hemberî miletê kurd e, dewleta tirk, hukûmeta AKPê, miletê tirk li hemberî kurdan şerekî berfireh dane destpêkirin.

XXX
Vira Şirnex e!
Kurdino, baş li vî rismî binêrin, şerm nekin!
Ruyê xwe neguherînin!
Dewleta tirk li Şirnexê bi vê wahşetê xurtî û mezniya xwe nîşanî kurdan dide. Li gorî hatiye gotin term(cenaze) yê xortekî bi navê Lokman Bîrlîk e bi dû "akrepa" tirkan ve hatiye girêdan. Lokman xoretekî Şirnexî ye.
Ji roja ev dewlet ava bûye li kurdan wiha dikin, hemû îktîdarên tirk ji bo ku xofê têxin dilê kurdan tim termên kurdan wiha bi erdê ra kişandine.
Dibê kurd baş li vî rismê barbariyê binêrin û hinekî din ji dewleta tirk û ji Erdogan hez bikin û rayên xwe bidinê...

XXX
Binêrin serdest û xwedîdewlet, li bindest û bêdewletan çi dikin !
Ji bo ku filistînî bibin xwedî dewlet hin kurd bi ruh û can piştgiriya wan dikin, katalan serxwebûnê dixwazin ji wan ra li çepikan dixin.
Lê tenê ji bo me kurdan dewletê ne dixwazin û ne jî rast dibînin. Dibêjin dewlet pir pîs e û dibê kurd dewletê nexwazin.
Yanî ev kurdên me yên enternasyonalîst dewletê ji bo her kesî heq, tenê ji bo me kurdan pîs û qebhet dibînin...
Lê dibê meriv guh nede van kemalîst, korfahm û demagojiyan, ji bo ku kurd dewletê nexwazin kî çi demagojiyê dike bira bike, heta em kurd nebin xwedî dewlet halê me ewê tim ev be; tirk ewê tim termên me bi dû wasiteyên polîs û leşkeran ve girê bidin û wek îbretê nîşanî zindiyên me bidin...


XXX


Yên carê bûn yenîçerî, heta mirinê jî yenîçerî man. Îro jî rewş eynî ye, yên bûne "yenîçeriyên" Tirkiyê, bixwazin jî nikanin vegerin ser koka xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE