25 oktober 2015

Bulent Arinç sîleheke xerabe ye



Hin kesan heta nuha di hin beyan û gotinên Abdullah Gul da keramet dibîtin û jê hin netîceyên dijberiya Erdogan derdixistin.
Ev du sê roj in îcar jî hin gotinên Bulent Arinçê teqlebaz û fêlbaz belav dikin. Fena ku Arinç hatibe ser riyeke rast…
Efendim Arinç nizanim li dijî Erdogan çi gotiye, nizanim filan gotina wî tê çi maneyê, nizanim di mesela kurdan da çi îtîraf kiriye, filan û bîvan.
Birayên delal, ez heyrana çavên we, Abdullah Gul û Bulent Arinç du namerdên di ser hev ra ne, yek jî ji Erdogan ne baştir e.
Arinç merivekî pir bêşexsiyet e, fêlbaz e, virek û bêexlaq e. Merivekî pir sivik e.
Bi dîtina min ne hêja ye meriv wî bigre cidiyê û gotinên wî belav bike…
Guh nedin hin reqlaman, hemû tiyatro ye.
Gul jî û Arinç jî wek Erdogan panturkîst in û neyarên miletê kurd in û ne ji hedê bavê wan e li hemberî Erdogan rabin.
Yanî bi hev nakevin, çimkî hemûyan bi hev ra gelek sûcên mezin kirine.
Lema jî zû bi zû terka hev nakin…
Ya din terkan hev bikn jî, ji AKPê veqetin jî ewê çi bibe û çi biguhere ku?
Dibê ev partî, ev îdeolojî jî wek kemalîzmê li Kurdistanê pûç bibe, were qewirandin.
Çavê li deriya xwelî li seriya!
Ji nava AKPê hêzeke demokrat dernakeve. Dibê hezeke altarnatîfê van dizan û panturkîstan derkeve, dibê ne bi derewan, bi rastî demkrat bin û ji bo Tirkiyê demokrasiyê bixwazin.
Ji nav vê tevgerê hêzeke wiha dernakeve.
Ji hesenê xerab şûrê baş çê nabe. Malzebe xerab e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE