22 oktober 2015

Çetîn Altan jî îro xatir ji dinyayê xwest


Çetên Altan, di nivîsa xwe ya bi navê “Welatê min xeyal dikir ne ev bû” da wiha gotibû:
“Welatê me xeyal dikir û dixwest ji neviyên xwe ra bihêlin ne ev bû. Wer xuya ye bêyî ku bibînim demokrasî were welatê min, ezê ji vê dinyayê bar bikim û herim.”
Bi rastî jî wisa bû. Çetîn Altan, bi hesreta dîtina welatekî demokratîk, azad û adil îro di 88 saliya xwe da ji nava me koç kir.
Helbet Çetîn Altan gelk dixwest li Tirkiyê bibe şahidê hatina demokrasiyê. Lê ev yek ne bû qismetê wî.
Bes du ewladên demokrat û şervanên demokrasiya wî xeyal dikir li dû xwe hîştin. Hêvî dikim Ahmet Altan û Mehmet Altan vê wezîfeya xwe baş bînin cî û qet nebe neviyên wan wê demokrasiyê bibînin.
Lê bi dîtina min heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe demokrasî memorasî nayê Tirkiyê û tirk jî wek milet medenî nabin.
Çetîn Altan, di 88 salên jiyana xwe da jiyaneke dewlemend ku nabe qismetê her kesî jiya. Bira serê malbata wî sax be.

XXX
Dev ji reqlama Abullah Gul berdin. Gul 12 salan hat ceribandin. Xerab deh caran jî werin ceribandin netîce her eynî ye.
Xerab xerab e, bi ceribandinê baş nabe.
Erdogan çi be Gul jî eynî jahr e, heta jê xerabtir e jî.
Lê ji xwe tevgerên îslamî bi îktîdara AKPê îmtihaneke pir xerab dan, nîşan dan ku ew ji kemalîstan pir û pir xerabtir û tahlûketir in.
Û di mesela kurd da jî ji miliyetçiyên tirk û kemalîstan ne pêşdatir in.
Lema jî careke hêviya ji Abdullah Gul hêviyeke bênbingeh û beyhûde ye…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE