13 oktober 2015

Davutoglu got ew qatilên komkujiyê nas dikin

Ahmet Davutoglu gotiye, ”di destê me da lîsteya kesên xwekuj heye. Lê belê heta çalakiyê nekin em nikanin wan tewqîf bikin.”
Bi tirkî dibêjin ”canli bomba”, yanî di destê hukûmetê da lîsteya kesên ewê întîxar bikin heye, ”lê belê heta çalakiyê nekin ew nikanin wan tewqîf bikin.”
Ê ev gotinên Davutoglu nîşan dide ku tiliya dewletê di vê qetlîamê da heye. Ji ber ku lîsteye xwekujin li ba wan heye, ew humûyan nas dikin.
Bi rastî ev mêrik tam qeşmer e, erê serokwezîr e û xwedêgiravî dîploma wî ya profesoriyê jî heye, lê di rastiyê da dînekî beradayî ye.
Tew nizane çi dibêje, hîn aqilê wî baş tekamul nekiriye…
Çawa dîplomeya profesoriyê dane vî dînî min fêm nekir. Ne serokwezîr, meriv vî xêvoyî nake bekçiyê ber deriyê tîmarxaneyê.
Kuro dînê heram, piştî çalakî kir ewê bimre, hûnê çawa qatil bigrin?
Lê ji ber ku hemû xwekuj zilamên wan in ew dizanin ku kes xwe nakuje, bombeyê li derekê bi cî dikin û diherin.
Yanî ”canli bomba” vireke AKPê ye, kes xwe nakuje.
Li Anqerê jî kesî xwe nekuştiye, şahid dibêjin yekî bi rîh çenteyek avêt û reviya û çû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE