12 oktober 2015

Davutoglu mirî jî "teslîmî edaletê" kiriye (!)


Serokwezîrê Tirkiyê yê henekan Mr. Bean Ahmet Davutoglu, di civîna ç apaemeniyê da gotiye “qatilê komkujiya Surûcê Abdurrahman Alagoz hat girtin û teslîmî huqûqê bû” (!)
Feqîro him karê wî derew e û him jî hafizeya wî zeîf e !
Miriya ji gorê radike ü teslîmî “huqûqê” dike (!)
Berde binê te erd e”
Kes bi derewan nemiriye...
Davutoglu mecbûr e rojê bi sedan derewan bike, karê wî ye.
Lê ji ber ku hafiza wî pir ne xurt e carnan xwe şasaomaşo dike, miriyan jî digre û teslîmî “huqûqê” dike (!)
Kesê virek dibê xwediyê hafizeyeke xurt be, Erdogan wezîfe daye merivekî şaş, rebeno nikane cî bide derewa xwe û wiha xwe rezîl dike...
Abdurrahman Alagoz, li gorî polîsê tirk terorîstekî xwekuj bû(canli bomba)û ew jî li Surûcê mir.
Lê Ahmet Davutoglu, Alagozê mirî ji gorrê derxistiye û teslîmî “huqûqê” (!) kiriye!
Davutoglu derewên bi boç ik dike...
Rewşeke trajîkomîk e.
Ez bi xwe hîn jî bawer nakim qatilê Surûcê Abdurrahman Alagoz be û heger ew be jî ez bawer nakim miri be.
Vana hemû dezînforasiyonên MITê ne. Ji bo ku ser meselê bigrin û lêkolînê pêş da nebin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE