13 oktober 2015

Dev ji gera li "tiliyên" derve berdin !



Tesîra kultura tirk û ereban li ser me kurdan jî heye, pir, hindi kem jî bûne kopyeyên tirk û ereban.
Tirk û ereb, her gelşa siyasî, aborî, civakî bi derva ve girê didin, miheqeq ”tiliyeke derve”, ya hin dewletan dixin nav.
Hemû problemên wan komployên xêrnexwaz û neyarên wan in, ji alî hêzên dereve ve hatine peydakirin.
Em kurd jî gelşa li Kurdistana başûr di nava kurdan da rû daye bi eynî teoriyên komployê îzah dikin.
Hinek dibêjin ”tiliya” Îranê di vê meselê da heye, Îran li pişt Goranê ye, ew tevgera Goran li hemberî PDKê û Mesûd Barzanî pîj dike.
Hinek dibêjin ”tiliya” Tirkiyê jî di vê meselê da heye.
Welhasil em hebûna gelşê qebûl nakin û tim bi tahrîk û teşwîqên dewlet û hêzên derva ve girê didin.
Bi baweriya min ev ne rast e, kes nikane mere bera hev bide. Kes ne zarok e û her çar, pênc partiyên mixalifên PDKê jî ne ajanên Îranê ne. Ji bo ku Îran hemûyan îdare bike dibê hemû zilamên Îranê bin.
Bi dîtina min ne hewceyî ”tiliyên” Îranê û Tirkiyê ye, kurd bi xwe ne li hev in, li hev nakin. Îran û Tirkiye tunebe jî li hev nakin, li dijî hev in. Yanî gelss ya kurda ye, pir kevn û kûr e.
Lê helbet Îran û Tirkiye dijm in û ji destê wan were ewê bixwazin kurdan bera hev bidin. Ev tiştekî pir ne ecêb e. Heger em saxlem bin kes nikane me bera hev bide.
Li başûr problemên hizbî, siyasî, şexsî û yên gendeliyên hene û him jî pir mezin in.
Û ev gelşên han bi tiliya Îran û Tirkiyê derneketine ortê, yên civata me û welatê me ne.
Û ji ber nezaniya me, serhişkiya me, tunebûna kultura me ya demokrasiyê em nikanin van gelşên xwe bi diyalogê û bi riyeke siyasî çareser bikin.
Her kes daxwazên xwe yên azamî dide pêş, kes xwe nêzî lihevkirinê(kompromîsê) nake, kes tawîzê nade yê din, kes ji ya xwe misqalekê jî danakeve jêr.
Û wê demê jî lihevkirin çê nabe.
Siyaset carnan kompromîs e, tawîz e, ji bo berjewendiyên netewî fedekariyên şexsî û rêxistinî ye jî.
Yanî netecî dibê em dev ji ”tiliyên” derva berdin, hebûna gelşên xwe qebûl bikin û ji bo çareseriyeke siyasî bixebitin.
Zorê, şîdetê, şer ji pişt guhê xwe bavêjin, bajaran li hev qedexe nekin, êrîşî hev nekin, lokalên partiyên hev neşewitînin.
Ev ne tu rê ye, bi vî aqilî emê zirarên pir mezin bidin xwe û gelê xwe….



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE