04 oktober 2015

Dewlet qeweta xwe nîşanî kurdan dide

Silîva(Farqîn) di binê îşxal da ye, dewlet Silîva wêran dike. Bi sedan komando û tîmên taybet bi çek û wasiteyên giran ketine hundurê bajêr û bajêr wêran dikin, kurdan didin ber gulan. Goristanên kurdan bi buldozeran xera dikin. Nahêlin kes ji mala xwe derkeve.
Bi kurtî dewletê li seranserê Kurdistanê li hemberî kurdan şrekîmezin daye dest pêkirin.
Ajansa ÎHAyê ev axaftina di nabêna zairk û bitekî tîmên taybet da belav kiriye.
Zabitê tirk ji tîmên taybet ra dibêje ji bo Xwedê bikujin, ji bo pêxember bikujin…
”Me çaremîn şexsê bi roket jî kuşt. Xwedê ji we razî be. Li kafiran bidin, bira gunehê we bi kafiran neê hevalno. Lêxin ji bo Xwedê, ji bo şehîdên me. Nehêlin kes xwe nêzî wan bike. Me du hebên bi keleş daxist(kuşt). Bi îzna Xwedê emê hemûyan bikujin. Xwedê bi we ra be. Ji bo Xwedê lêxin, ji bo pêxember lêzin, ji bo ku xwîna şehîdên me li erdê nemîne lêxin. Ez çavên we maç dikim, Xwedê bi we ra be, dom bikin.”
Hêzên dewltê eynî tiştî nuha, di van seetan da li Nisêbîne jî dikin, Nisêbîn jî tê wêrankirin, li wir jî xwîna kurdan diheriikînin. Medyaya tirk, civata tirk û kurdên AKPê, kurdên ku bûna zilamên Erdogan û dewletê bêdeng in, li vê teror û qetlîamên dewletê temaşe dikin.

XXX
Neyartiya tirkan ya li hemberî kurdan hewqasî pêş da çûye ku tucarên tirk, şîrketên tirk jî êdî mal nafroşin kurdan.
Piştî kevirkirina otobozên kurdan, tucar û şîrketên tirk jî bi dewleta xwe ra dest bi boykota kurdan kirine.
Bi dîtina min baş dikin, dibê em xwe nas bikin.
Kurdê hîn jî qala "biratiya" tirkan û jiyana bi tirkan ra bike bizanbin ew kurdekî pir xerab e.

XXX


Yên carê bûn yenîçerî, heta mirinê jî yenîçerî man. Îro jî rewş eynî ye, yên bûne "yenîçeriyên" Tirkiyê, bixwazin jî nikanin vegerin ser koka xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE