21 oktober 2015

Di heqê kurdan da tu çi difikire?



Fîlozof û sosyologê sloven Slavoj Zizek, ji bo ku meriv bizane erebek demokrat e, ya jî ne demokrat e metodek pir xweş dîtiye. Gotiye:
”Gava hevalên min yên ereb dibêjin ”ez demokrasiyê diparêzim” ez bi vê pirsê test dikim: Di heqê kurdan da tu çi difikirî? ”
Ne ji bo naskirina ereban tenê, ji bo tirkan û farisan jî meriv dikane eynî testê bike, eynî metodê bi kar bîne, ”di heqê kurdan da tu çi difikirî” ?
Bi bersîva vê pirsê kî çi mal e diyar dibe…
Çimkî ev pirs eynî wek kevirê mîhengê ye, tavilê eyarê însên eşkere dike.








XXX





Tehdîda Davutoglu ya bi "Torosên spî" îtîraf e,  dibê kurd vê beyana Davutoglu wek îtîrafekê qebûl bikin û li dewletê dozê vekin.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu do li Wanê got:
 ”Heger AKP ji ser hukim da bikeve li van deran ewê dîsa wek berê Torosên spî bigerin.”
Davutoglu, bi van gotinên xwe eşkere kurdan dîsa bi revendinê û kuştinê tehdît dike.
Mêrik vekirî dibêje heger hûn rayên xwe nedin me û me bixînin, tiştên JITEMê di salên 90î da anî serê we, ewê dubera bibe.
Wê gavê ev ekîba qatilan hîn heye û Davutoglu jî vê ekîbê nas dike û di bin destê xwe da digre. Û ji kurdan ra dibêje heger em ji ser hukim da bikevin emê benê van qatilan vekin û berdin ser we. Wekî din tu maneyeke vê gotina Davutoglu tuneye.
Wek tê zanîn di destpêka salên 1990î da çeteyên dewletê bi biryareke merkezî li serenserê kurdistanê dest bi revandin û kuştina kurdan kirin.
Qatilên dewletê bi piranî bi wesaîtên spî ku jê ra digotin ”Toros” digeriyan û kurd direvandin, dikuştin.
Di nava salên 1990-1994a da dewletê bi vê riyê tam 17 hezar kurd bi qatilên xwe yên JITEMê dan kuştin.
Û hîn û hîn jî ji qatil û berpirsiyarên van cînayetan, ji yên ev emir didan heseb nehatiye pirsîn.
Davutoglu, kurdan dîsa bi van qetlîaman tehdît dike, dibêje heger hûn me bixînin ”Torosên spî” ewê dîsa li van deran peyda bibin.
Bi van gotinên xwe Davutoglu wek serokwezîrê Tirkiyê îtîraf dike ku dewletê di salên 1990î da 17 hezar kurd qetil kirine.
Û ya duyem jî diyar e ku JÎTEM hîn nehatiye lewxkirin, hîn heye û faal e. Û Davutoglu jî vê sîstemê nas dike, lema jî dibêje dema hûn me bixînin dewletê dîsa ”Torosên spî” bişîne ser we.
Kurd dibê vê beyana Davutoglu wek îtîrafekê qebûl bikin û li wî û li dewletê gilî bikin.

1 kommentar:

  1. Xalo, li vir http://www.haberler.com/kurt-vatandaslara-soruldu-kizinizi-bir-turkle-7800005-haberi/?oku=1 anketek heye kurd di derheqe tirkan de ci difikirin.
    Xuya dike ji tirkan ji peyni pirs pirsine le ji ber ku bersiven van xerab in behs nakin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE