18 oktober 2015

Dibê Komîteya Nobelê xelata vî faşîstî paş da bigre

Dibê meriv Komîteya Nobelê ji van gotinên vî faşîstî haydar bikin, ji bo ku komîte xelatê paş da jê bistîne. Ji ber ku Azîz Sancar , merivekî faşîst e û bi fikir û îdeolojiya xwe li dijî însaniyetê ye.

Xwediyê xwelata Nobelê yê Kîmyayê Azîz Sancar, ji ber ku muhabirê BBC eslê wî jê pirsî û erebtiya wî derket ortê har bûye, heqaretê li cîhana xiristiyan dike.
Di hevpeyvîneke xwe ya nuh da gotiye:

”Dema vê pirsê dikin ez diqeherim. Ji ber ku van gawirên xelkê sed sal berê wira (qesta wî Kurdisan e) tevhev kirin, hîn jî tevhev dikin. Li Îngilstanê çend grûbên etnîkî hene, ma ez ji te dipirsim?”

Mêrik bûye Prof. Lê hîn nebûye însan, hîn jî faşîst e. Him jî faşîstekî paşdamayî û har e.
Min heta nuha nebihîstiye Komîteya Nobelê di tu beşî da xelat dabe faşîstekî, nazîstekî. Û nadinê jî.
Ev mêrik faşîstekî pir prîmîtîv e û ji kesên ne misliman ra hîn jî dibêje ”GAWIR”, ”gawirên xelkê”!
Lema jî dibê kesên bi swêdî, îngilîzî dizanin vê beyana Azîz Sancar bişînin ji Komîteya Nobelê ra û jê daxwaz bikin ew vê xelatê ji Azîz Sancar paş da bistînin.

Ji ber ku xelatkirina yekî faşîst, nazîst li dijî armanc û felsefeya Alfred Nobel e. Lema jî ev faşîst ne layiqî Xelata Nobelê ye.
Axir dibê meriv hewil bide, Komîteya Nobelê ji van gotinên Azîz Sancar agahdar bike.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE