17 oktober 2015

Ev hesabakî pir tahlûke ye

Li gorî hin xeberan dewleta tirk dixwaze bi milyonan ereb li Kurdistanê bi cî û war bike.
Wezîrê ekonomiyê Nîhat Zeybekçî gotiye ”her biyaniyê(xerîbê) li Tirkiyê xaniyekî bikire emê mafê hemwelatiyê bidinê”, yanî ewê bikin hemwelatiyê Tirkiyê.
Fena ku di vir da pîncîtiyek hebe. Fena ku hukûmeta AKPê dixwaze 2-3 milyon ereb li Kurdistanê bi cî bike.
Ev hesabekî pir tahlûke ye, plana guhertina demografiya Kurdistanê ye.
Jixwe tirkan ji Şerê Cîhanê yê Yekem û virda ye bi milyonan mahcirên ji Kafkasan û Balkanan li Kurdistanê bi cî kirin û bi vê riyê gelek bajar ji kurdan girtin, kurd lê xistin hindikayiyê.
Mesela Meraş, Sêwas, Meletye, Xarpêt, Erzingan, Erzerom tije mahcir kirin û kirin û bi vê riyê kirin hêlînên faşîstên tirk.
Heger bi rastî planeke dewleta tirk û AKPê ya wiha hebe, dibê em kurd li hemberî vê plana dewletê îtîrazeke pir cidî nîşan bidin û tiştekî wiha ebeden qebûl nekin.
Di rojên pêş da gava referandûm were rojevê dewlet ewê van unsûrên ne kurd li hemberî me bi kar bîne.
Dewlet pir kûr û dûr difikire,lema jî dixwaze nufûsa xerîban li Kurdistanê zêde bike.
Dibê em li hemberî vê plana dewletê pir şiyar bin…

XXX
Erogan ji muxalefetê ra gotiye, ”berê digotin em naçin qesrê. Nuha dibêjin heger hûn ban bikin emê werin. Jixwe hûnê werin, hûnê wek berxikan werin, wekî din çara we tuneye.”
Erdogan malê xwe nas dike, dizane Bahçelî û Kiliçdaroglu ne tu mêr in. Bahçelî tim wek paşmêrê wî ye. Gava Erdogan ban wan bike ewê bi lotik herin ber nigê vî dizê mezin.



XXX
Tirk ji kurdan bêhed û bêheseb nefret dikin û ewê tim jî nefret bikin. Heta Kurdistana çênebe ev nefreta kurdan ewê qet kêmnebe.
Dibê kurd bizanibin ku ev milet neyarê wan yê herî har e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE