06 oktober 2015

Ferqa siyasetmedarên japon û tirk


Gava parlamenterekî, wezîrekî, serokwezîrekî japon bi bertîlê(rişwetê)ya jî bi sextekariyekê, bi nelirêtiyekê were îtham kirin, rast, ne rast, ji fediyan bi girî îstîfa dike û heta gelekê caran jî întîxar dike.
Ji bo japonekî rûreşî û qebheta herî mezin bi bertîlxuriyê were îthamkirin.
Lema jî siyasetmedarê japon ji şerma, ji ber ku navê diziyê û bertîxuriyê pê ketiye xwe dikuje.
Li Tirkiyê bira fedîkirin û întîxar li wir bimîne, wezîr û serokwezîrê diz û bertîlxur tew meşhûr dibin, îtîbar û popularîteya wan tavilê zêde dibe.
Di malên wan da bi milyaran dolar tê girtin, axaftinên wan yên telefonan yên derbarê diziyê da tê belavkirin, wezîr û serokwezîr ji zarokên xwe ra dibêjin ewê pereyên li mal çawa veşêrin, lê dîsa jî şerm nakin, dîsa li ber xwe nakevin.
Ji ber ku civata tirk civateke bêexlaq e, civateke riziyayî û genî bûye, lema jî tu bêexlaqî û rûreşî civatê nerehet nake. Ji ber ku exlaqê civatê daketiye binê sifirê, lema jî dizan û bertîlxuran dike serokwezîr û serokkomar xwe. Însan ji dizan, ji bertîxuran pir hez dikin, dibêjin yê hivgiv firot ewê tiliya xwe bialêse. Yanî kesê kanibe bidize dibê bidize

XXX


Do Cizîr bû, îro dora Nisêbîna rengîn e. Çeteyên Erdogan ev 5 roj in Nisêbîn girtine bin hesarê, ev 5 roj in gelê nisêbînê êsîrên leşker û polîsên tirk in. Nexweş bi "alên spî" diherin nexweşxaneyan.
Walieykî tirk fernan daye dibê kes ji mala xwe derkeve.
Zarokên nisêbînî di malên xwe da hefsî ne, ji tirsa ewê werin gulebarankirin newêrin ji malên xwe derkevin.
Leşkerên tirk nahêlin heyeta Yekîtiya Ewrûpayê, profesor û wekîlên nisêbînê herin malên xwe, bajarê xwe.
Leşkerên tirk ji nisêbîniyan ra dibêjin, "Yasax e, nabe hûn herin bajarê xwe."
Nisêbîna rengîn di bin îşxala leşkerên tirk da ye, bi hezaran kurd êsîr ketine destê leşkerên tirk...
Û hîn jî hin kurdên namerd hevalên Erdogan in û li vê zulma li gelê wan dibe temaşe dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE