24 oktober 2015

Heger ji te were em zanin tu nahêlî

Erdoganê faşîst li Dîlokê(Entabê)dîsa zirt dane xwe, kurd, Rûsya û Emerîka tehdît kiriye, gotiye:
”Derdê wan girtina bakurê Sûriyê ye. Ez viya vekirî dibêjim. Emê bakurê Sûriyê tu carî nekin qurbana planên ew çê dikin. Ev ji bo me tehdîdê teşkîl dike. Ne mimkûn e ku em ji vê tehdîdê ra bibêjin erê. Emê planên wan yên bakurê Sûriyê ebeden qebûl nekin” filan û bêvan.


Erdogan  herwisa gotiye ji sedî 90ê Girê Spî ereb in, ji sedî 5ê tirk in û ji sedî 5 jî kurd in, lê PYDê ew der kiriye kanton.
Wey agir bi derewên te keve, îcar ji sedî 90 ereb û 5 jî kurd ! Ew jî zane rastî eksî wê ye lê ji derewan fedî nake.



Mêrik eşkere dibêje ez qebûl nakim kurd li Sûriyê jî bibin xwedî maf û statu.
Û heger hewce be ewê Kurdistana rojava jî îşxal bikin.
Viya em dizanin. ne hewce ye tu bibêjî, em dizanin tu çi mal î.
Hema çi ji destê te tê qet texsîr neke.

Lê vana tehdîdên vala ne, heger Emerîka û Rûya bixwzin û bi kurdna ra bêbextiyê nekin Tirkiye nikane tu jahrê jî bixwe. Fort û tehdîdên Erdon wek qurrequrra beq e, kes ji qurrequrra beqan natirse.
Bi şerê Sûriyê tiştek ji bo kurdan baştir eşkerebû, tu dijmin, tu deleta îşxalkar bi qasî Tirkiyê û hukûmeta Akpê ne tahlûke ye.

Heta ji Erdogan û hukûmeta AKPê were ewê li her çar perşên Kurdistanê xerabiyê bi kurdan bike, nehêje kurd li Sûriyê bibin xwedî maf.

Lê heger tifaqa me hebe, heger em bi hev nekevin Tirkiye bêyî fortên vala nikane tu tiştî bike.
Tenê dikane nîşan bide ku ew gelkî dijminê me ye…

XXX



XXX
Xwedê Davutoglu şaş kiriye û rastî pê daye gotin: Hevalê zaliman û qatilan di kongreya Hak-Îşê da gotiye:
”Zalimek li ku hebe emê li ba wî bin…”
Peyva rast rast e, kî dikane bibêje derew e ?
Û ji ber ku dizanin bêhemdî rastî gotiye, yên lê guhdarî dikin jî jê ra li çepikan dixin. Yanî Ahmedkê me dîsa baş fahş bûye.
Ji xwe eksê wê ne normal e, bêguman zalim ewê tim li ba zaliman û li pişta zaliman bin.
Lê belê îqrara wî helbet pir xweş bûye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE