15 oktober 2015

Hukûmeta AKPê bi yasaxê dixwaze sûcê xwe bincil bike

Mahkimeya Anqerê li ser komkujiya Anqerê yasaxa weşanê danî. Kesê nikanibe li ser komkujiyê binivîse, rismekî, tiştekî nîşan bide, xeberekê biweşîne ya jî rexne bike.
Di serî da xwe bêrî kirin, xwestin têxin hustuyê Daîşê, PKKê û nizanim kê.
Lê dû ra hêdî hêdî xuya kir ku dewlet li pişt komkujiyê ye, zilam û ajanên dewletê kirin, dan kirin.
Jixwe herkes dizane komkujiyên wiha mezin bêyî agahiya dewletê nabe.
Bi baweriya min îdîa qatil birayê qatilê komkujiya Surûcê ye vir e, hemû dezînformasyonên MITê ne.
Ez bawer nakim kesî xwe teqandibe, xwe kuştibe.
Ajanên MITê bombe di du bawil û çenteyan da birin danîn nava milet û teqandin.
Yanî kesê xwekuj(canli bombe) vir e, dixwazin bi vî hawî ser meselê bigrin û berê lêkolînê bidin aliyekî din.
Jixwe polîs, MIT, hukûmet çi bibêje dibê meriv bawer neke, tim bi şik lê binêre. Çimkî MIT, hukûmet li pişt qetlîamê ye, lema jî yasaxa weşanê anîn

XXX
Li Diyarbekirê li taxa Sûrê piştî çar roj qedexeya derketina der û çar kuştî, gelek girtî û taxeke wêrankirî, mizgeftên gulebarankirî tirkan li ser dîwarên malan nivîsîne:
-Hûnê qeweta tirk bibînin !
Belê, bi rastî jî tirk û dewleta wan ya faşîst li seranserê Kurdisanê qeweta xwe nîşanî me kurdan didin, dixwazin me çavtirsiyayî bikin.

XXX
Profesorê derewîn Ahmet Davutoglu gotiye:
”Ferqa di nabêna me û Daîşê da ne 180, 360 derece ye.
Yanî di nabêna wan û Daîşê da ferq nemaye.
Bes camêr ev rastî bi bi matamatîkê îtîraf kiriye…
Bi navê Xwedê wek ya Erdogan, dîplomeya wî jî sexte ye.



XXX
Her diz virek e, her virek jî diz e. Dizê ne virek(derewçîn), virekê ne diz tuneye.
Lema jî Erdoganê diz virek e. Çimkî diz e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE