25 oktober 2015

Ji bo yek saliya PAKê



Gelî dost û havalên ezîz,
di ser avakirina partiya we PAKê ra salek derbas bû.
Di vê sala borî da we xebateke pir hêja kir û îmtihaneke pir baş da.
Ez we ji dil û can pîroz dikim.
Ez wek dostekî, hevalekî we yê kevn û dilxwazekî PAKê, yeksaliya damezirandina PAKê ji dil û can li hemû endam, kadir, berpisiyar û damezrênerên PAKê pîrzoz dikim.
Û ji partiya we ra jiyaneke serketî û berhemdar dixwazim.
Hevalên hêja,
di jiyana partiyan da salek demeke pir kin e, hîn destpêk e, dema xebata bi destopelkê ye.
Di salekê da zarok jî bi ser nigan nakevin.
Ev yek ji bo partiyên siyasî jî wisa ye.
Hinekî din wext û xebat lazim e.
Lê li gel vê dema kin jî bi baweriya min we bi xebata xwe,
bi dengê xwe yê nuh,
bi fikir û şêla xwe ya kurd û Kurdistanî,
we ruh û hestê netewî di nava kurdan da geş kir.
Pir biçûk be jî we hêviyek da însanan,
da kadir û kesên welatparêz.
Hûn nebûn dostê hinekan û dijminên hinekên din.
Ev gelkî muhîm e.
di anva kurdan da ev dîtin û xeteke nuh e.
Dibê meriv vê xetê, vê siyasetê xurt bike.
Ya li ba kurdan kêm ev e.
Li hemberî her rûdanê, her bûyer û gelşê we sekneke serbixwe û netewî nîşan da.
Bi baweriya min li Kurdistanê, di nava kurdan da ev, şêlelek nuh û siyaseteke nuh e.
Kurd îro roj motajî siyaseteke wiha ya netewî ne.
Dibê em berjewendiyên netewî di ser her berjewendiyê ra bigrin.
Dibê êdî kultureke nuh, adeteke nuh di nava siyaseta kurd da peyda bibe.
Meriv dikane bi dîtin û siyaseteke netewî nebe dijminê tu hêzê, tu partiyê.
Dostiya partiyekê ne şert e me bike dijminê oartiyeke din.
Ev mimkûn e.
Bi kurtî, di vê dema pir kin da we xebateke ji gelek partî û hêzên ji we pir kevintir û bi tecrûbetir kir.
Û di saha siyasî û di nava kurdan da jî we ji xwe û ji partiya xwe ra hurmet û giraniyeke hêja û bi rûmet peyda kir…
Ez hêv dikim ev xebata we ya giranbuha û bi îstîkrar,
ev siyaseta we ya kurd û Kurdistanî,
ev şêl û îdeolojiya we ya netewî, Kurdistanî, demokrat, xweşbîn
û ji hemûyan jî girîngtir ya avakar tu carî kêm nebe, her berdewam be.
Wek li her çar perçeên Kurdistanê, li Kurdistana bakur jî hewcedariya kurdan bi siyaseteke netewî û avakar heye,
hewcedariya kurdan bi hevkariyê û yekîtiyê heye.
Hêvî dikim PAK, di vê rewşa krîtîk ya dîrokî da li Kurdistanê bibe partiyeke xwedî hêz û xeteke nuh ya netewî.
Di kar û xebata we ya netewî, ya ji bo kurd û Kurdistanê da ji we ra serketinê dixwazim û careke din yeksaliya PAKê ji dil pîroz dikim.
Bijî dostî, hevkarî û yekîtiya kurdan !
Bijî azadî û serxwebûna kurdan!
Bijî kurd û Kurdistan !
Zinarê Xamo
Stockholm
2015-10-16



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE