10 oktober 2015

Li orta Anqerê qetlîamek mezin !


Ajan û qatilênklîka  Erdogan-Davutoglu  îro li orta Anqerê xwîna kurdan û dostên kurdan herikandin, li hemberî kurdan dîsa qetlîamake pir mezin kirin. Mesûl qetlîamê hukûmet e
Li gorî beyanên resmî 86 kes ji alî qatilên hukûmeta AKPê ve hatin qetilkirin û di ser 500 kesî jî birîndar in.
Aqilê meriv disekine, meriv çawa dikane komkujiyeke hewqasî mezin bide kirin?
Berpirsiayrê vê komkujiya mezin û hovana dîrekt hukûmeta Davutoglu-Erdogan e. Destik û qatil kî bin jî bepirsiyar hukûmet e, ajan û qatilên hukûmetê kirine.
Ez vê komkujiya hovane rûreş û şermezar dikim û ji malbatên kesên jiyana xwe wenda kirin ra sersaxiyê û ji birîndaran ra jî şîfayê dixwazim.
Ez pir û pir xemgîn im, xwe
Erdogan li hemberî kurdan şerekî mezin îlan kiriye. Rewş pir cidî ye. Ji bo ku HDPê nexin meclîsê van komkujiyan didin kirin.
Bi baweriya min dibê kurd dev ji meclîsa tirkan berdin. Ji me ra meclîsa tirkan nelazim  e. Platformeke bêfonksiyon ne hêjayî vê xwînê ye. Kurd têkevin meclîsê jî vale ye, tu meselê çareser nake.
 Kî bibêje tiliya hukûmetê di vê qetlîamê da tuneye ew zilamê Erdogan e. Hukûmetê nexwesta ev qetlîam nedibû.
Qetlîama Amedê û Surûcê jî ne bê haya hukûmetê bû û ev jî ne bêhaya MITê ye. Qatil kî be, ji kîjan miletî be jî bi emrê MITê ev qetlîam kirin.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE