30 oktober 2015

Li Tirkiyê însanên herî bi namûs kurd in.

Meriv bi dilekî rehet dikane bibêje li Tirkiyê însanên herî bi namûs kurd in.
Ji ber ku kurd azadiyê, heq, huqûq, edaletê, demokrasiyê, wekheviyê dixwazin. Li dijî zulmê ne.
Kî li dijî van be, hevalê zulmê be, bindestiya kurdan biparêze bênamûs e.

XXX
”Tu balîf bi qasî ûjdanekî paqij ne nerm e”. Her kesê azadiya kurdan naxwaze, hevalê AKPê ye bêûjdan e, merivekî rezîl e.

XXX
Hin kes him heval û rêberên dijmin in û him jî ji kurdan ra dibêjin hêrs nebin, bîna xwe fireh bikin, xeberan nedin, fikrên xwe bibêjin.
Rast e, xeber ne xweş e, dibê meriv fikrê xwe bibêje, bi edeb be. Lê hevaltiya dijmin jî şermeke ji xeberan pir girantir e.
Kurdê hîn jî bi AKPê ra be, pesnê Erdogan bide bêheya ye, bêûjdan e, bêexlaq e.

XXX
Teror û zulma dewleta tirk û hukûmeta AKPê wisa kir ku kurd xwe nas bikin û fêm bikin ku hemû partiyên tirk dijmin in.

XXX
29ê cotmehê roja biratî û yekîtiya kurdan ya dîrokî pîroz be!
Par di 29ê cotmehê da hêzek pêşmerge bi çekên giran cû Kobanê hawara birayên xwe.
Û piştî çend hefte şerekî giran, pêşmerge û gerîlayên kurd qatilên dewleta tirk û Daîşê şikandin û Kobana birîndar ji çete û qatilan paqij kirin.
Ez salvegera vê serketin û hevkariya kurdan ya dîrokî bi dil û can pîroz dikim…
Bijî 29ê cotmehê roja biratî û yekîtiya kurdan ya dîrokî !



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE