07 oktober 2015

Merivê dinyanedîtî bi profesor be jî nabe însan


Ji xelatgirên Xelata Nobelê ya Kîmyayê yê îsal yek jî erebekî bi navê Azîz Sancar e. Azîz Sancar ji qeza Mêrdînê ji Stewrê ye.
Bi qasî ku meriv fêm dike, wek piraniya erebanAzîz Sancar jî wek tirkan ji kurdan hez nake û nîjadperestekî tirk e. Tirkçî ye…
Herdu alimên din yên xelatgir yek jê Paul Modrichê(bi îhtîmaleke mezin cihu ye) emerîkî ye û yê din jî Tomas Lındahlê swêdî ye.
Azîz Sancar, dema dibihîze ji xelatgirên Xelata Nobelê yê Kîmyayê yek jî ew e, feqîro tavilê şovenîzma tirk pê digre û mala xwe bi alên tirk dixemilîne.
Aleke tirk ya mezin bi ser xaniyê xwe ve kiriye, tîşortekî ji ala tirk li xwe, yek li jina xwe û yek jî li keça xwe kiriye û li ber rismekî Ataturk yê gelkî mezin rismê xwe girtiye.
Tam şêleke tîpîk tirk, ancax tirkek şoven, tirkekî dinya nedîtîwiha bike…
Welhasil mêrikê tirk nabe însan û weselam.
Li gel ku ereb e, lê dîsa jî ji qereza kurdan ra, ji ber nehezkirina ji kurdan xwe dike tirk…
Ev xelat ji sala 1895a û virda ye tê dayin, yanî ev 120 sal in xelk vê xelatê digre.
Lê heta nuha tu xelatgirekî din, wek vî erebê heramzadeyê dinyanedîtî nîjadperestî û şoventî nekir.
Gotinên wî yên derbarê girtina xelatê da jî gelkî xerab in. Ji hemû miletê tirk ra hurmet û silavên xwe şandiye û pesnê Tirkiyê û perwerdeya Tirki yê daye. Û gotiye, "Ez di malbeteke milîyetçî da damezin bûm. Wek zarokekî di sînga forma min da hebûna ala tirk ji bo min pir muhîm bû."
Tirk û kesên bi kultur û perwerdeye tirkan mezin dibin dinya nedîtîne, tahsîl û rutbeya wan çi be jî medenî û mutewazî nabin.
Tim û tim xwediyê îdeolojiyeke nîjadperest û faşîst in.
Erê Azîz Sancar bûye profesorê kîmyayê, lê mealesef nebûye însan.
Ev hewqas sal in li Emerîka dimîne, lê dîsa jî wek tirkekî basît yê faşîst maye û bi devê tirkekî basît peyivîye…
Wek zarokan xwe û mala xwe bi ala tirk xemilandiye.
Min nexwest malpera xwe bi weşandina rismê vî zirzopê heramzade biherimînim. Lema ez wan rismên wî nawşînim…
Gelek kurdên me jî gava navê Mêrdînê dîtin zû hol bûn û hema dest bi ”pîrozkirinê” û şahiyê kirin.
Azîz Sancar, ne ew kes e ku meriv wî pîroz bike.
Ji Kurdistanê ye û xwedêgiravî alim e jî.
Welatê wî, bajarê wî ji alî vê dewleta faşîst ve tê şewitandin. Li Cizîrê, Şirnexê, Nisêbînî, Silopiyê mal û avahiyên kurdan ji guleyên leşkeran bûne serad.
Nas û dostên wî, cîranên wî di bin zulmeke mezin da ne.
Heger Azîz Sancar însan bûya û bi rastî jî alim bûya ewê bi alên tirk xwe û mala xwe nexemilanda û xwe wek dost, hevkar û dilxwazekî vê dewleta faşîst nîşan neda…
Lê pêşiyan belaseb negotine ji hesinê xerab şûrê baş çênabe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE