13 oktober 2015

Piştî hewqas xwîn tu dîktator nikane li ser hukim bimîne



Piştî komkujiya Anqerê gel hatiye nuxteya îsyanê, kîn û nefreta dilê milet ya li hemberî Erdogan û AKPê pir mezin bûye, wek pêlên tsunamiyê hêdî hêdî nêzî qesra Erdogan dibe.
Di şînan da, di dema rakirina cenazeyan da hêrs, kîn û nefreta gel, bi taybetî jî ya li hemberî Erdogan, meriv dibîne bê çiqasî mezin e.
Dê, bav û xizmên kesên jiyana xwe wenda kirine dixwazin Erdogan bi diranan perçe bikin.
Ev hêrs, ev kîn û nefreta li hemberî Erdogan û AKPê roj bi roj ewê mezin bibe, mezin bibe û dawiya dawî bibe tsunamîm û Erdogan û AKPê bide ber pêlên xwe û tarûmar bike.
Bi baweriya min ew roj zêde ne dûr e, temenê Erdogan û AKPê hindik maye, xelkê wî û çeteyên wî lînc bike.
Vî zalimî, vî nazîstî gelek kurd kuştin, li hemberî kurdan gelek sûcên giran kirine. Ewê rojekê derkeve. Kurd viya ji bîr nakin.
Qetlîama Robaoskê, ya Diyarbekrê, ya Surûcê û ya Anqerê û gelekên din, hemû jî bi destûr û dîrektîfa Erdogan bûn.
Jixwe li Tirkiyê tu qetlîam ne mimkûn e bêyî haya dewletê bibe, dewlet teşwîq neke, rê nedê, nexwaze, ne mimkûn e komkujiyên wiha mezin bibin.
Û ji ber ku dewlet li pişt hemû komkujiyên li hemberî kurdan e, lema jî qatil û yên li pişt wan tu carî nayên girtin, tim ser bûyerê tê girtin.
Ji ber ku patron dewlet e, dewletê daye kirin.
Tu dîktator piştî hewqas zulm, teror û qetlîamên mezin nikane li ser hukim bimîne. Komkujiya Anqerê bû mîxê dawî yê tabûta Erdogan.
Di 1ê mijdarê(kasimê)da ew wenda jî bikin û qejenc jî bikin xelasiya wan tuneye.
Erdogan û partiya wî di dilê milet da care mahkûm bûye, ew çi bike jî ewê ji girtin û mahkimebûnê xelas nebe.
Ya jî ewê bi milyarên diziye ra bireve, li derekê xwe û malbata xwe veşêre.
Ji ber ku hewqas xwîn, hewqas qetil ne mimkûn e bi avê da here û ji Erdogan, Davutoglu, Fîdan û çeteyên din ra bimîne.
Erdogan ne bi tenê ye, gelek kesên din jî bûne şirîkên sûçên wî û destê wan jî di xwîna bi sedan kurd û tirkî, bi sedan zarokên kurd geriya ye.
Ne Erdogan û Davutoglu tenê, nuha tebatî nayê van çeteyên Erdogan jî, nuha xewa şevan nakeve çavên wan jî.
Ew dizanin rojên wan bi jimar in û taliya hemûyan ya zindan e ya jî rev e.
Ez bawer dikim ew roj nêz e, emê hemû bi hev ra bibînin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE