11 oktober 2015

Qatilên me bûn xwediyên şîna me

Dewleta tirk ji berê da dewleteke çete bû, tu carî nebû dewleteke demokratîk.
Lê bi îktîdara Erdogan ra tam bû dewleteke mafîa, metodên mafîa ketin dewsa qanûnan û sîstema dewletê.
Berê qetlîama xwe kirin, 86 kes bi ajan û qatilên xwe dan kuştin, bi sedan birîndar kirin.
Û nuha jî bi riya bi sedan çeteyên xwe yên medyayê di sutudyoyên telewîzyonan da şopê li ser qetilan wenda dikin.
Ji bo ku serê milet li hev xin û şopê ji ser hukûmetê dagerînin bi hezaran derewan li hev radigirin.
Tew dixwazin qetlîamê têxin husuyê kurdan, dibêjin wan xwe kuştiye, viya karê wan e.
Serokwezîr Davutoglu bi rengekî bêheya got dikane PKK be jî. Însan ne hevalê qatilan be, emrê vê qetlîamê nedabe nabejê "dikane PKK" be jî.
Hertişt ji mafîayê tê, dikanin him be bikujin û him jî bibêjin we xwe kuştiye.
Him me dikujin û him jî xwîna me dixin hustuyê me…
A ev Erdogan mervekî hewqasî zalim û xwedênenas e, tam wek serokekî mafîayê dixebite…

XXX
Hûn bala xwe bidin vê zulmê, vê sosiretê, yên hatine kuştin em in, dinya sersaxiyê ji qatilên me ra dixwazin.
Qatilên me bûne xwediyên şîna me..

XXX
Bi komkujiya Anqerê Erdogan ji kurdan ra got, dibê hûn tu mafekî netewî ji me nexwazin, bi vî halê xwe razî bin.
Heger hûn bi riyeke demokratîk jî bixwazin emê dîsa we wiha bikujin. Dibê hûn viya bizanibin.



XXX
Li gorî agahiyên Merkeza Koardîsyona HDPê hejmara miriyana derket 128a. Ji 180 kêsên birîndar, 50 kes pir giran in, şansê wan yê jiyanê pir kêm e…
Heta nuha jî kurdekî cahş tiştek negotiye û ji AKPê îstîfa nekiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE