28 oktober 2015

Şerê Sûriyê şerê Tirkiyê û kurda ye

Şerê îro li Sûriyê heye ne şerê Sûriyê ye, ne şerê hêzên îslamî û Beşar Esad e, ne şerê Daîşê û rejîma Esad e, ne şerê sunî û elewiyan e.
Şerê Tirkiyê û kurda ye.
Ji destpêkê da ev wiha ye.
Dewleta tirk him li Tikriyê û him jî li Sûriyê bi kurdan ra di nava şerekî mezin da ye.
Ji bo ku kurd li Sûriyê wek kurdên başûr/Îraqê nebin xwedî maf Tirkiyê xwe tevî şer kir û Daîş û çeteyên din li xwe top kirin û bera bedena kurdan dan.
Lema jî şerê Sûriyê di esasê xwe da şerê Tirkiyê û kurda ye.
Dibê meriv bi vî çavî lê binêre û wer jî bi nav bike
Lema jî Davutoglu dibêje, ”gerek YPG derbasî wî aliyê ferêt nebe. Heger derbas bibe emê lêxin û ji xwe me du carn jî lêxist.”
Heger ne şerê kurd û tirkan bûya Davutoglu wiha nedigot.
Çimkî tu têkiliya Tirkiyê bi vê meselê tuneye, mafê Davutoglu tuneye kurdan bi vî rengî tehdît bike.
Davutoglu viya ji Daîşê ra, ji El Nusra û qatilên din ra nabêje, ji Esad ra nabêje. Tenê ji kurdan ra dibêje.
Ji ber ku Tirkiye tenê li dijî kurda ye, şerê Tirkiyê tenê bi kurdan ra heye, bêyî kurdan Tirkiye li Sûriyê ne dijminê kesî ye, tenê dijminê kurda ye.
Û Tirkiye ne li Sûriyê tenê, li herderê dijminê kurda ye û şerë kurdan dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE