16 oktober 2015

Têkiliya matamatîkê û edaletê


Matamatîkçiyê Emerîkî John Forbes Nash gotiye ”Civatên matamatîkê nizanin edalet lê tuneye!”
Camêr pir rast gotiye, belkî jî lema li Tirkiyê zereya edaletê tuneye.
Lema civatên musilman di warê ilim û îrvfanê da, di warê pêşketin û medeniyetê da, di warê teknîk û îcadan da gelkî paşdamayî ne. 
Ji ber ku ilim, îcad û pêşketin bi matamatîkê mimkûn e. 
Keşif û îcadeke bê matamatîk ne mimkûn e.
Lema jî cahilekî wek Ahmet Davutoglu li Tirkiyê bûye serokwezîr. 
Û Erdogan jî bûye serokkomar. 
Herdu jî matamatîkê nizanin.
Ji ber ku dîplomayên herduyan jî sexte ne.
Lema herdu jî nezan û cahil in.
Herdu jî zalim û edaletnenas in. 
Civatên misilman hîn bi tiliyan dihesibînin, tilî hîn jî makîneyên hesêb in…

XXX


Erdogan ji bo ku çavê milet ê boyax bike û dinyayê bixapîne dezînformasyonên dûrî aqilan belav dike. 
Efendim li gorî hin agahiyên îstîxbarî Daîş dike bi wasiteyên bombebarkirî êrîşî Stenbolê, Anqerê, Îzmêrê û Diyarbekrê bike.
Hela hûn bala xwe bidin vê derewa bi boçik !
Herçî Stenbol e, Anqere ye, Îzmîr e dereweke MITê ye, dezînformasyon e. 
Daîş êrîşî Tirkiyê nake. 
Êrîş nake ji ber ku Daîş girêdayî Tirkiyê ye, ji alî ajan û leşkerên tirk ve tê îdarekirin.
Heta nuha Daîşê bi qasî serê derziyê jî zirar nedaye Tirkiyê, yek merivekî tirk û Erdogan nekuştine. 
Heta nuha çiqas tirk revandine hemû jî bêyî ku pozê yekî jî xwîn bikin serbest berdane. 
Daîşê, tenê li hemberî Tirkiyê ev nermayî nîşan daye. Ji ber ku ew û hukûmeta AKPê hevalên hev in, ji bo ku li dijî kurdan şer bike Erdogan li pişt Daîşê ye, her alîkariyê pê ra dikin.
Lê sabotaja li Diyarbekrê mimkûn e. Dikane li bajarekî din be jî. Ya muhîm ewê dîsa li dijî kurdan be.
Ew jî girêdayî daxwaza hukûmetê ye, hukûmet kînga bixwaze ewê wê çaxê bikin.
Lê li Stenbol, Anqarê û Îzmîrê, li hemberî tirkan vir e, ne Daîş û ne jî hêzeke din ya cîhadî tiştekî wiha nake. 
Çimkî patron û fînansorê wan hukûmeta AKPê ye. 
Ma dîn bûne li hemberî dewleta xwe, hevalên xwe tiştekî wiha bikin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE