15 oktober 2015

Tirk nahêlin kes alîkariyê bi kurdan ra bike


Yek ji marketên mezin yên Elmanyayê DM ya Troîsdorfê, xwestiye cîroya(hatina) xwe ya saetekê bide komeleyeke kurd û ewê jî bişîne ji kurdên Şengalê ra.
Dema tirkên Almanya navê ”komelaya kurd” dibînin dîn û har dibin û bi riya medyaya sosyal DMê protesto dikin, dîrektorê DMê Erîch Harsch bi telefon û e-mailan bomberdûman dikin.
Dibêjin hûn çawa dikin alîkariyê bi komeleyeke PKKê ra bikin? Ew terorîst in. 
Heger hûn tiştekî wiha bikin emê we BOYKOT bikin. Heta li gorî nûçeyê hinekan DM bi sabotajî jî tehdît kirine.
Herçiqas berpirsiyarên DMê gotine komele ya PSKê ye, tu têkiliya wê bi PKKê ra tuneye, heta li dijî PKKê ye, lê dîsa pere nekiriye.
Tirkan gotine ferq nake, hemû yek in, ya muhîm dibê hûn alîkariyê bi kurdan ra nekin.
Li ser vê protestoya tirkan ya kompakt, rêveberê DMê Erîch Harsch, beyanek daye û gotiye me alîkarî sekinand. Em naxwazin ji xwe ra belayekê vekin…
Hûn dereceya irqçîtiyê, faşîzmê, nazîzmê û neyartiya li hemberî kurdan dibînin?
Ji bo ku çend quriş alîkarî neşînin ji kurdên Şengalê ra tirkên Almanya seferber bûna û ev alîkarî dane sekinandin.
Miletek çawa dikane hewqasî dirinde, hewqasî faşîst, hewqasî ji medeniyet û însaniyetê bêpar be aqilê meriv nagire.
Miliyetçiyên her miletî hene, lê mîlîyetçîtiya tirk dîrekt faşîzim e, nazîzim e, belkî ji van îdeolojî û tevgeran jî wêdatir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE