14 oktober 2015

Vira ne Quds e, Diyarbekir e !

Vira ne Filistîn e, Kurdistan e.
Vira ne Quds e, Diyarbekir e.
Û ev mizgefta hatiye gullebarankirin jî ne ”Mescîdî Aksa” ye,
Mizgefta Fatîh Paşa(Kurşunlu camii)ye.
Kesên çekdar jî ne leşkerên Îsraîl in, leşkerên tirk in.
Leşkerên tirk bi wasiteyên xwe, bi çek û potînên xwe ve ketine hundur mizgeftê.
Ka misilmanên tirk û kurd yên ku ji bo ereban, filistîniyan ne tenê gewriya xwe, qûna xwe jî diqelişînin li ku ne?
Çima li hemberî vê barbariyê dernakevin û vê hovîtiya hukûmeta AKPê ya faşîst protesto nakin?
Kurdê ku hîn jî bi AKPê ra be, kurdêku hîn jî bide dû qûna Erdogan û Davutoglu ji xîretê û ji kurdayetiyê şuştî ye, ew bûye hevalê neyar û neyarê qewmê xwe…
Dibê meriv van kesên bûne hevalbendên neyar tu carî ji bîr neke…

XXX
Li Konyayê di maça Tirkiyê û Îzlandayê da suporciyên tirk, turubîn li dijî deqîqeyek rawestîna(saygi duruşu) ji bo qetlîama Anqerê derketine, protesto kirine û gotine "Ya Allah Bismillah, Ne Mutlu Turkum Diyene”,
”ya Alah bîsmilah, xwezî bi dilê wî kesî bibêje ez tirk im”.
Bi dîtina min civata tirk, miletê tirk(qismekî pir biçûk ne têda) bi fikrê xwe, bi îdeolojiya xwe, bi hovîtiya xwe Daîş e û heta ji Daşê jî xerabtir e.
Her tirk li hemberî kurdan qatilekî Daîşê yê potansiyel e.
Dikane bi rehetî bibe qatilekî Daîşê.
Bi sedhezaran tirk ji bo komkujiya Anqerê dibêjin "OX", çi baş bû !
Xwezî yên li wir hemû bihatana kuştin !

XXX
Piştî komkujiyê bi 10 saniyan polîsên Erdogan bombeyên gazê davêjin nava milet. Ji bo ku zêde însan bimrin. Û ji xwe mirin jî.
Ya din, diyar dibe ku polîs û qatilên bombe teqandin li hev kirine, piştî teqîna bombeyan dibê polîs milet bide ber gazê, ji bo yên birîndar jî bimrin.
Li gorî îfadeya hin şahidan bombe di bawilekê da bû, yê qatil bawil hîştiye û baz daye. Û dû ra jî bi fiyerê teqandiye.
Yanî wek hukûmet û polîs dibêlje kesî xwe nekuştiye, bombe di nava milet da teqandine.

XXX


Du kurdên di komkujiya Anqerê da hatin kuştin ji ber ku ne tirk in û ne ji Alanyayê ne lema jî gelê alanyayê nehîşt malbatên wan miriyên xwe li wir veşêrin.
Lê ev ne cara pêşî ye tirk nahêlin kurd li bajarên wan werin gorrkirin. Berê jî gelek eynî tişt kirine, gorrên kurdan xera kirin, mirî ji gorran derxistin.
Mêrikan ji kurdan nefret dikin û vê nefreta xwe jî qet venaşêrin. Hûn dixwazin bibêjin faşîst, rasîst û irqçî, îi navî lê dikin, lêkin ferqa nake. Mêrikan ev in, faşîst in, raszîst in û neyarê miletê kurd in.
Lê dîsa jî kurd diçin li bajarên wan bicî dibin, li wir xaniyan û havîngehan dikirin û dixwazin bi wan ra bijîn…
Miletekî, civateke nehêl meriv miriyên xwe jî li bajarên wan gorr bike meriv naçe nava wan û bajarên wan najî…
Lê ne xema kurda ye, tirk miriyên wan qebûl nekin jî ew ji tirkan naqetin û weselam…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE