12 oktober 2015

Wek her dîktatorî Erdogan jî ewê bi rehetî neçe

Heta nuha min çend caran gotiye, ez bawer nakim Erdogan îktîdarê bi rehetî, bi riyeke demokratîk, bi hilbijartinan bide.
Bi çi hawî be jî, bi zor ya jî bi hîleyan be ewê nehêle kes qezenc bike. Netîceyên wê, buhayê wê çi dibe bira bibe, Erdogan ewê îktîdarê bi riya hilbijartinê teslîmî kesî neke. Qetlîamên dide kirin îşareta vê nêta wî ye.
Hemû komkujiyên li hemberî kurdan, HDPê hatin kirin bi emir û dîrektîfa wî hatin kirin. Ew baş dizane heger ji îktîdarê da bike ev sûc ewê hemû derkevin ortê.
Di mesela Şserê Sûriyê da jî sûcên pir mezin kirine, ewê jî rojekê eşkere bibin. Ew vana hemûyan dizane û loma jï xwîna xwe kiriye çavê xwe.
Erdogam dîktatorekî ji ji Hîtler, Seddam pir mezintir û tahlûketir e, lê hîn kesî fêm nekiriye. Dîktatorên din dînê îktîdarê bûn, lê wek Erdogan ne diz bûn.
Erdogan dizekî pir mezin e, hema hema bêemsal e. Diziyên pir mezin, sûcên pir mezin kirine. Lema jî pir ditirse û ji ber ku pir ditirse jî ewê îktîdarê bi rehetî nede. Dibê zorê bibîne…
Ji xwe dîktator bi rehetî, bi hilbijartinan îktîdarê nadin…

 XXX


Heta nuha kesî komkujiya Anqerê negirtiye ser xwe. Helbet kesê negire ser xwe.
Çimkî hêza komkujî kiriye dewleta tirk e û ew jî nagire ser xwe, ew jî nabêje min kiriye.
Hukûmeta AKPê dixwaze komkujiya Anqerê wek ya Surûcê û Amedê bi zor têxe hustuyê Daîşê.
Lê Daîşê hîn jî komkujî negirtiye ser xwe.
Daîş bigre ser xwe jî vir e, bi zora Erdogan dike. Qatil AKP ye, hukûmetê emrê vê qetlîamê daye.
Qatil Erdogan û Davutoglu ne.
Daîş AKP ye, hêzeke AKPê ya li hemberî kurda ye.
Ji bo ku kurdan bikujin û têxin hustuyê Daîşê, Daîş girtin bin baskê xwe.
Lê êdî kurd dizanin ku Daîş filan vir e, patronê Daîşê hukûmeta AKPê û Erdogan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE