08 oktober 2015

Xwediyê Xelata Nobelê Azîz Sancarê ereb got ”Ez TIRK im û hewqas” !

 Xalatgirê Xelata Nobelê Azîz Sancarê ereb gotiye ”Ez TIRK im û hewqas” !
Xelatgirê Xelata Nobelê yê Kimyayê Azîz Sancarê ereb, lê xwe tirk dibîne, gotiye BBC telefonî wî kiriye û di pirsa pêşî da eslê wî jê pirsî ye. Vê pirsê Azîz Sancarê ereb pir aciz kiriye û li hemberî xwe wek bêhurmetiyekê şirove kiriye. Azîz Sancar, di hevpayvîna xwe da wiha gotiye :
”Pirsa pêşî ya BBC ji min kir, `Tu ereb î, nîv tirk î?´ Ez tirk im, hewqas! Ez li Mêrdînê, li Cizîrê li Qersê hatime dinê ferq nake, ez tirk im. Min ji BBC ra got, ez bi erebî napeyivim, bi kurdî napeyivim, ez tir kim. Va ye ji we ra jî dibêjim…”
Halbûkî di pirsa ”tu ereb î ya jî tirk î” da bêhurmetî tuneye, pirseke pir normal e. Heger di şexsiyeta meriv da gelşek tunebe, meriv ji kîjan miletî be, merivê bibêje ez ji wî miletî me.
Lê perwerdeya tirk ya irqçî şexsiyeta Azîz Sancar deform kiriye, lema jî pirsa ”tu ereb î ya jî tirk î”, wî gelkî aciz dike, çimkî naxwaze kes erebiya wî bizanibe. Perwerdeya tirk ya irqçî û faşîst şexsiyet pê ra nehîştiye, nikane bibêje ez ereb im.
Peyva “em li malê bi erebî napeyivin” jî bersîva Mîthat Sancar e, ji ber ku Mîthat Sancar ji dêlî ku bibêje “em ereb in”, gotibû “em li malê bi erebî dipeyivin.” Lê wa ye Azîz Sancar, ev gotina pismamê xwe tekzîp kiriye, gotiya na, em bi erebî napeyivin...
Tu tam yekî li gorî tirka ye. Kesên bêşexsiyet, bêesil û fesil, kesên tam heramzade, kesên ku tam bûne ”MANKURT”, kesên ku eslê xwe înkar dikin û ji dewleta tirk ra bûne yenîçerî hemû wek te ne. Tu û tirk li hev bimbarek bin.


Xwedê kir ku yekî wek te heramzade, bêşexsiyet ne kurd e û xwe kurd nabîne…
XXX


Prof. Dr. Oktay Sinanoglu yê MHPyî, faşîst li ser girîngiya zimên gotiye:
”Ziman şerefa miletekî ye. Ancax miletên şerefa xwe diparêzin li dinyayê cidî tên dîtin. Ziman tunebe kultur nabe. Kultur tunbe nasname(kîmlîk)nabe, nasname tunebe heysîyet, şeref nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE