01 november 2015

Hertişt li gorî plana Erdogan dimeşe

Berî hilbijartinan min çend caran nivîsî, min got bi zor be, bi hîleyan be AKP ewê rayên xwe zêde bike. Zêde neke, netîceyeke wek berê derkeve çû ji Erdogan da. Lema jî ewê bi zor careke din îktîdaê bigrin. Jixwe heger viya nekin hilbijartina 7ê hezîranê îptal nedikirin.
Li gorî hin xeberên di medyaya sosyal da belav bûne li gelek deran êrîşî kurdan kirine, li wan xistine û ray eşkere bikr anîne.
Yanî ewê wek xwe, wek texmîna min bikin.
Heger AKP rayên xwe zêde bike, bi serê xwe were ser hukim ev hilbijartin ne meşrû ye, bi zor hatiye girtin.
Û heger netîce ev be bi dîtina min dibê PKK êdî dev ji siyaseta "tirkiyebûnê" û demokratêkirina Tirkiyê berde, serxwebûnê, federeasyonê, statuyeke ji tirkan cihê bike hedefa xwe.

XXX
Ez tim dibêjim, kes nikane îktîdarê bi rehetî ji Erdogan bisrîne. Ji ber ku gelek sûcên li dijî însaniyetê kirine. Roja ser hukim da bikeve ewê wî û çeteyên wî li "qazoxan" xin.
Wisa xuya ye îcar jî ewê îktîdarê nede.
Wek min texmîn dikir bi zor û hîleyan ewê dîsa xwe bike îktîdar. Lê him hilbijartin ne meşrû ye û him jî Tirkiye ewê tevlihev bibe.

XXX
Belkî rayên HDPê ji sedî 13, 1ê daxin ji sedî 10 û ji MHPê jî 4-5 pûanan bigrin, wê demê mesele hel dibe, AKP bi serê xwe tê ser hukim.
Lê ya herî xweş MHP barajê derbas neke. Wê deme ewê pir xweş bibe.

XXX
Li gorî netîceyên tên ewê HDPê di binê barajê da bihêlin û MHPê jî hinekî zeîf bikin.
Jixwe ji bo ku HDP nekeve meclîsê hilbijartina 7ê hezîranê îptal kirin.
Ev biryara hukûmetê bû.
Ya jî ewê rayên HDPê û MHPê daxin ji sedî dehan.
Lê li gel vê, rola siyaseta PKKê ya "hendekên bajaran" û Tirkiyebûnê jî heye.
Netîce demeke nuh dest pê dike. Ji bo kurdan ewê bi xêrtir be. Îşxala Kurdistanê û bindestiya kurdan hîn barîz dibe.
Kurd êdî ewê dev ji partiyên Tirkiyê berdin. Ya em kurd in ya em tirk in. Wekî din tu rê tuneye.
Filistînî naçin bi cihûyan ra partiyan çê nakin. Çimkî dibêjin hûn cihû ne û em jî ereb in. Bira herkes welatê xwe û gelê xwe îdare bike.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE