03 november 2015

Hukûmeta AKPê bi bombebaranan spasiya piştgiriya kurdên xwe dike



Di 31ê mehê da, yanî şeva hilbijartinê min wiha nivîsî bû:
”Heger îcar jî AKP rayên xwe zêde bike Erdogan ewê har bibe, ewê Kurdistanê bi carê da bişewitîne. Ewê êrîşî PYDê û kurdên Sûriyê bike. Li Kurdistanê ewê şerekî mezin dest pê bike…”
Ez hêvî dikim ev texmîna min şaş be, hukûmet nebe hukûmeteke şer û êrîşeke mezin li hemberî PKKê û kurdên Sûriyê nde destpêkririn.
Lê li gorî ANF dinivîse balafirên tirk yên şer ji êvar da ye Garê, Zapê, Kandîlê bombebaran dikin.
Helbet ev ne nuh e, berê jî êrîş dikirin. Lê nuha ewê êrîşên xwe pir berfirehtir bikin.
Ji ber ku Erdogan û Davutoglu soza qedandina ”terorê” da tirkan û kurdan.
Û tirk û kurdan jî bi rayên xwe piştgirî dan vê siyaseta AKPê ya şerxwaz.
Piştî hilbijartinan hin kurd derketin telewîzyonan û bi serketina AKPê kêfxweşiya xwe nîşan dan û gotin nuha ewê mesela kurd çareser bibe. Diyar e qesta wan ev êrîş û bombebaran bûn.
Yanî dewletê bi kuştinê, bi qetlîaman, bi bombebaranan mesela kurd çareser bike…



XXX
Hertişt bilmuqubale ye. Yanî dest dest dişo, dest vedigere rû dişo.
Yê çêyiya meriv, xêra meriv bixwaze, meriv jî ya wî dixwaze.
Ev şêleke rast û însanî ye.
Lê gava yek tu carî xêra meriv nexwaze, bi serketina meriv dilşa nebe, biqehere, neyartiya meriv ji xwe ra bike sebebekî hebûna xwe, ji navê welatê meriv, ji ala meriv, ji sembolên meriv nefret bike, bêguman dibê meriv jî bi serketina wî şa nabe.
Kesê meriv ji xwe ra dijmin bibîne û ji qewmê meriv nefretê bike, meriv jê hez nake.
Heger meriv jê hez bike, bi serketina wî dilşa bibe şaş e, şêleke rebenok e.
Ez zanim tirk ji kurdan hez nakin.
Ez zanim tirk ji kurdan nefret dikin.
Ez zanim tirk bi serketina kurdan kêfxweş nabin.
Lema jî tu sebeb tuneye ez wek kurdekî bi serketina tirkekî kêfxweş bibim ya jî ji sembolên wan yên netewî hez bikim.
Kî hez bike jî ez nakim û vê yekî jî venaşêrim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE