02 november 2015

Îktîdara AKPê ji koalîsyonan baştir e



Min gelkî dixwest rayên AKPê kêm bibe, lê min zanîbû ewê kêm nebe û belovacî wê ewê rayên xwe zêde bike.
Jixwe lema Erdogan hilbijartina 7ê hezîranê qebûl nekir, hilbijartin dubare kir...
Lê ev netîce dikane ji bo kurdan bi xêrtir be.
Heger AKPê rayên xwe kêm bikira û bi MHPê ra koalîsyonek çêkira ewê ji bo kurdan gelkî xerabtir bûya.
Heta koalîsyoneke bi CHPê ra jî ewê zêde ne baş bûya.
Lê îktîdara AKPê ya bi tena serê xwe ji koalîsyoneke bi MHPê ra pir û pir baştir e. Heta ji ya bi CHPê ra jî baştir e.
Çimkî nuha AKP bi tena serê xwe îktîdar e, heger bixwaze dikane mesela kurd pir rehet çareser bike.
Ji bo vê yekê dikane piştgiriya HDPê jî bigre.
Lema jî ez bi xwe îktîdara AKPê ya bi tena serê xwe ji koalîsyonan baştir dibînim.
Ev yek.
Û ya duyem jî ev netîceya hilbijartinan dikane tesîreke pozîtîf li PKKê jî bike, PKK jî dev ji siyaseta xwe ya irrasyonel ya "şerê nava bajaran" berde û bêtir qîmet û giraniyê bide siyaseteke netewî, kurd û Kurdistanî...


 XXX
Nuray Merta tirk, di IMC TVê da got, gava tu yeka wek Figen Yuksekdagê bike seroka kurdan helbet ewê netîce ev be.
Bi dîtina min rast e, gelek kurdî ji ber hebûna kesên wek Yuksekdagê ray nedan HDPê.
Yanî li gel teror û sextekariyên hukûmetê para vê yekê jî pir hindik di kêmbûna rayên HDPê da heye.
Ê jixwe sebebê ku em piştgiriyê nadin HDPê, wê rexne dikin ev e.
Ji bo ku HDP bibe partiyeke kurd û piştgiriya kurdan bigre, dibê ji alî kurdan ve were îdarekirin. ...
Ne rast e, tu heqê tirkan tuneye bibin serok û parlamenterên kurdan.
Dibê PKK/HDP dev ji vê siyaseta ”Tirkiyebûnê” berdin, dev ji hevaltiya çepên tirk yên bêxwedî berdin.
Dibê HDP bibe partiyek kurd.
Gava HDP nebe partiyeke kurd û Kurdistanî, kurd ewê dev jê berdin.
Û bi dîtina min dibê dev jê berdin jî. Zêdebûn û kêmbûna 20 parlamenteran qet ne muhîm e.


XXX
Dibê Erdogan berî her kesî spasî Bahçeliyê faşîst bike, çimkî ne ew bûya AKP îro bi tena serê xwe ne îktadar bû.
MHP nuha ewê baş tevlihev bibe.
Ev jî bedelê neyartiya kurda ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE