07 november 2015

Me 40 sal zewac li pey xwe hîşt




Do li ciyê kar ji nişkave ez fikirîm ku tam ev 40 sal in ez zewicîme.
Yanî  îsal 40 saliya zewaca me ye.
Lê ne haya min jê hebû û ne jî haya Hêvî xanimê.  Do hat bîra min û min jê ra got:
“Xatûn, ma tu zanî  îsal 40 saliya zewaca me ye?
Di bin çavan ra li min nêrê û got:
”Tew, xwena te dît bi xêr be!”
Bersîveke pir xweş e, bi rastî  ma emê çi bikin, ma emê rabin bireqisin?
Lê axir 40 sal ne hindek e, di van 40 salên borî da me gelek derdê hev kişand û helbet ji min bêtir wê zêde derdê min kişandiye.
Di pê min  ra bi salan ew bi du zarokên xwe ra tenê ma û dû ra jî piştî gelek zor û zahmetî xwe li sînor û mayinan qeliband û hat Swêd.
Wek hinekan dilê me neket hev, em piştî evîneke platonîk nezewicîn.
Me li gor kultur û adeta civatê hereket kir û xwe bi serî kir.
Ez nuxuriyê diya xwe bûm, 25 salî bûm û li gorî usûl û qaîdeyên civata me dibê ez bizewiciya ma. Diya min murweta ewladê xwe bidîta û bibûya xwedî bûk û nevî.
Û ji xwe min jî wisa kir.
Diya min ji min ra keça pismamê me Hêvî xatûn dît.
Ji xwe min jî biryara xwe dabû bi keçeke ne bajarî, bi yaka gundî ra, dibê bîna rêxê ji destên wê were bizewicim.
Berî bi Hêviyê  ra bizewicim, li bajêr bi xwişka hevalekî me ra dergîstî bûbûm.
Lê dû ra, piştî çend mehan ez poşman bûm û min got ez naxwazim. Welhasil me nîşana xwe xera kir û diya min îcar keçeke gundî, Hêvî dît.
Helbet me hev û du nas dikir, ez carnan diçûm gund û min bi dizî çavê xwe berdabûyê.
Ez serê weneêşînim diya min çû ji min ra xwest.
Çawa xwest, kî bi xwe ra bir, qelinê wê çuqas bû nuha nayê bîra min.
Titştê tê bîra min ne roja xwestinê û ne jî roja zewaca me, bavê min ne li mal bû.
Bavê min wan salan ji xwe tim ne li mal bû, piştî çinînê genimê xwe difrot, perê xwe bera bêrîka xwe dida û dû ra jî berê xwe dida Anqerê û kêf û sefayê.
Piştî xwestinê bi demeke kin bi bêdengî, bêyî dawet mawet em zewcî in.
Demsal buhar bû, xanim dibêje “mehreş” bû, îcar mehre kîjan meh e ez nizanim.
Ji ber ku em bê dawet, bêyî helahop zewicîn, lema jî rismekî me yê bûk û zavatiyê tuneye.
Zarokên me ewê tu carî nikanibin rismekî diya xwe di nava kincên bûkaniyê da bibînin.
Ez bibêjim ev yek ji min re qet nebûye derd derew e, min gelkî dixwest nuha rismekî me yê dawetê yê bûk û zavatiyê hebûya.
Lê em çi bikin jiyanê, tesadufan,  qederê ew nekir qismetê me.
Wek min got dilê me neket hev, em piştî evîneke mezin ya destanî  nezewicîn, diya min ji min ra dît, got ev keça meriva me ye, baş e û min jî qebûl kir.
Ji xwe wê demê ya muhîm ne dil û evîn bû, zewac bû, dibê meriv bi dil ya jî bêdil bizewiciya û min jî wer kir.
Lê li gel vê adeta kevin jî me ji hev hez kir, ez wê nizanim lê ez bi xwe ne poşman im.
Meriv dikane bi zewaceke wek ya me jî bextewar bibe, ji hev hez bike.
Em bê dawet zewicî in û me heta nuha jî tu carî zewaca xwe pîroz nekir.
Lê em binêrin, heger gelşek dernekeve nêta min heye serê salê ji bo çend rojan em berên xwe  bidin derekê û  40 saliya zewaca xwe pîroz bikin…

1 kommentar:

  1. Way 40 (ziv) saliya zewaca we li we piroz be u xwede bike hun 50, 60, 70 u 80 saliye ji bibinin

    SvaraRadera

PARVE BIKE