12 december 2015

Bakur ne bes bû Tirkiyê başûrê Kurdistanê jî îşxal kir

Min digot belkî ”ruhê Eşmê” û çîroka biratiya kurd û tirkan li ba HDPê û hin kurdên başûr tenê heye, lê meriv hêdî hêdî dibîne û fêm dike ku ”ruhê Eşmê” û mezinqebûlkirina tirkan û di rojên teng da parastina dewleta tirk li ba hin kurdên başûr jî gelkî qewî ye, heta ev hezkirin û ”ruhê Eşmê” ji ya HDPê kûrtir û saxlemtir e…
Ez ditirsim li Îraqê jî tu Kurdistan filan çê nebe. Hêviya me wira bû.
Me digot emê tirkan ji bakur derxin, kurdên me wa ye başûr jî pêşkêşî tirkan kirin.
Ez qet bawer nakim dewleta tirk û hukûemta AKPê ji bo tu kurdî, tu beşê Kurdistanê bêyî xerabiyê tu tiştekî baş difikire.
Û îspata vê texmîn û dîtina min jî emelê tirkyê, kirinên hukûmeta AKPê ne. Ji bo ku kurd li tu derê nebin xwedî maf çi ji destê tirkan tê dikin.
Yanî dibê em baş bizanibin ku dewleta tirk ji bo kurdan,
ji bo çêbûna Kurdistanê bi hezaran leşkerên xwe naşîne Başîkê û Mûsilê,
vê îşxalê û belkî jî şerekî bi Îraqê û Îranê ra ji bo xatirê kurdan nake.
Vê gava hewqasî tahlûke, ku dikane bibe sebebê şerekî pir mezin, ne ji bo xatirê çavê kurdan yê reş, ji bo xwe dike, hesab û planeke Tirkyê heye. Û ev hesab û plana Tirkiyê jî miheqeq li dijî kurda ye.
Tirkiya vê îşxalê ji bo xatirê kurdên başûr bike Diyarbekrê wêran nake, li Kurdistana rojava bînê li kurdan naçikîne, bi destê çeteyên cîhatçî her roj xwîna kurdan naherikîne.
Ev jî tiştekî nuh e, ji bo ”alîkarî û perwerdeya” bi pêşmergeyan ra dibê Kurdistana başûr were îşxalkirin, diyar e bêyî îşxal, alîkarî û perwerde nabe.
Û sosireta giran Mesûd Barzanî li dijî vê îşxala Tirkiyê dernakeve, diparêze. Û nabêje çima û ji bo çi diparêze jî...
Ez ditirsim piştî vê hevkariya bi dewleta tirk ra kurdên başûr baş bi hev kevin û îhtîmala yekîtiya kurdan ji binda ji ortê rabe.
Çi bibe jî, paşda vekişe, venekişe tiştek bi Tirkyê nayê, lê heger kurdên başûr hemû ne bi vê biryara birêz Mesûd Barzanî re bin, heger PDK û partiyên din werin hemberî hev ewê rewşeke pir ne xweş û tahlûke derkeve ortê.
Hêvî dikim şaş bim…

XXX


Tim wiha bûye,
di her serîhildanê da,
di her şerê bi dijmin ra miletê kurd tim bedelekî pir mezin daye,
lê di netîceyê da tu carî tiştek bi dest nexistiye,
yên sax mane tim bi qutîkek bîranîn û bi çend mitêlên şewitî koçber bûne. li kuçe û kolanan bêxwedî mane.
Egîdên xweseriya demokratîk jî wek yên berî xwe eynî qeder kirin para kurdan...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE