07 december 2015

Dema dor tê kurdan dinya, her kes kerr û lal e !


Hemû komunîst, sosyalîst, sosyaldemokrat û dîndarên dinyayê û hemû welatên musilman, gava filistîniyek tê kuştin, gava li Filîstînê di nabêna filistîniyan û dewleta Îsraîl da bûyereke diqewime tavilê bi şîdet dewleta Îsraîl rexne dikin, dibêjin nabe hûn vê zulmê li filistîniyan bikin.
Lê gava Tirkiye û Îran eynî zulmê li me kurdan dikin, her roj bi hovîtî me dikujin, bajarên me wêran dikin, ji van dewlet û hêzan yek jî dengê xwe nake, yek jî tirkyê û Îranê protesto nake û nabêje çima hûn vê zulmê li kurdan dikin?
Tirkiye ev çend meh in li Kurdistanê li hemberî kurdan teroreke nedîtî dimeşîne, bajarên kurdan, mizgeft û avahiyên kurdan yên dîrokî, yên sedsalan didin ber gule û topan, wêran dikin, dişewitînin.
Ji hêzên komunîst, sosyalîst, sosyaldemokrat û dîndarên dinyayê, ji 63 dewletên musilman qet den dernakeve, kes nabêje kirt!
Kes ji Tirkiyê ra nabêje hûn çawa dikanin mizgeftên 600-700 sal kevn bidin ber topan û bişewitînin?
Hûn çawa dikannin bajarekî wek Diyarbekrê kevn û dîrokî wêran bikin?
Ma meriv zulmeke wiha, nemiroviyeke wiha li hemwelatiyên xwe dike?
Li Filistînê, li Qudsê kevirek jî ji dîwarekî mizgeftekê da bikve, holikek filistîniyekî jî zirarê bibinîne, xera bibbe dinya îslam û hemû sosyaldemokrat, çep û hêzên antî- Îsraîl radibin pêdarê û Îsraîl şermezar dikin.
Em kurd zulmê naparêzin, nabêjin bira zulmê li filistîniyan ya jî li mieltekî din bikin.
Em dibêjin bira dinya li dijî zulma li me jî dibe derkeve, zulma li me dibe jî bibîne.
Lê em dibînin gava dor tê me kurdan, her kes, ema her kes kerr û lal e, kes ji dewleta tirk ya nazîst, ji vê rejîma AKPê ya faşîst ra nabêje mafê we tuneye hûn vê zulmê li xelkê sivîl bikin û avahiyên dîrokî, bajarekî wek Diayrbekrê dîrokî wêran bikin.
Wê demê tu ferqa we ji Daîşê tuneye.
Tiştê hûn dikin ji ïnsaniyetê, ji medeniyetê dûr e, barbarî ye, faşîzm e…
Daîş li Îraqê, li Sûriyê berhem û avahiyên bi hezarên salan kevn tarûmar dike, wêran dike, Tirkiye jî li Kurdistanê eynî tiştî dike.
Hovîtiyên Daîşê dîsa olan dide, dinya dibihîze, rexne dike, lê yê dewleta tirk ne kes dibihîze(ji ber ku em kurd in)û ne jî protesto dike.
Li welatekî wek Swêd medya qet qala wêrankirina Cizîrê, Farqînê, Dërikê û Diyarbekrê nake, yek telewîzyonê jï heta nuha xebera şewitandina mizgeftên 600-700 sal kev nekiriye.
Lê heger Îsraîl eynî tişt li Filistîn kiribûya nuha dinya hejiya bû, medya swêd ewê her roj bi dîmenên mizgeftên şewitî ra dûr û dirêj qala hovîtiya dewleta îsraîl bikira.
Lê ji ber ku welat ne filistîn Kurdistan e, bajar ne Quds Diyarbekir e û milet jî ne ereb kurd e, lema jî her kes kerr û lal e.
Ji ber ku dinya bêdeng e, lema jî çete û qatilên dewleta tirk yên faşîst bi kêfa dilê xwe Diyarbekrê wêran dikin, dişewitînin.
Û hîn jî bi hezaran kurdên bêxîret, kurdên ruhkole, kurdên ku ûjdan, îman û tu hêjayiyeke însaniyetê pê ra nemane piştgiriyê didin vê terora dewleta tirk ya faşîst û nazzîst, li hemberî vê zulma tirkan hîn jî dengê xwe nakin û nabêjin hûn çawa dikanin Diyarbekrê wêran bikin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE