13 december 2015

Dîrok ewê careke din nîşanî me bide tirk nabin dostên kurdan

Îran jî û Tirkiye jî du dewletên dijmin yên pir xedar in, gelek zulm li me kirine. Herdu welatan jî bi sedhezaran kurd qetil kirine.
Her welatekî beşekî welatê me îşxal kiriye û kurdên wî beşî ji xwe ra kiriye bindest.
Li herdu welatan jî em wek kurd ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in.
Herdu welat jî her roj me dikujin, zindan dikin, balafirên wan bi tonan bombeyên jahrî bi ser çiyayên me da dibarînin.
Îro hin kurd bûne dost û hevalbendên Îranê û hinek jî bûne yên Tirkiyê.
Yên hevalên Îranê ne dibêjin Îran baş e û Tirkiye xerab e.
Û yên hevalên Tirkiyê ne jî dibêjin na, hûn şaş in, Îran xerab e, tahlûke ye, Tirkiyê jê baştir e.
Tirkiye ne ji bo nêteke xerab ketiye Başikê-Mûsilê , ji bo ku pêşmergeyan perwerde bike, ji bo ku li hemberî Daîşê alîkariya me bike leşker, tank û topên xwe şandine hawara me.
Lema jî dibê meriv li dijî îşxal û hevabendiya Tirkiyê dernekeve, rexne neke, îşxalê biparêze.
Tahlûke, xeter Îran e, hevalbendiya Îranê ye, dibê meriv ji îşxala Tirkiyê, ji leşkerên tirk netirse, tu nêteke tirkan ya xerab tuneye, ji bo me hatine wir.
Kurdistana serbixwe di rê da ye. Dibê meriv ji birêz Mesûd Barzanî bawer bike, ew tu carî naxape û nayê lîstikê. Ew çi bike rast e, miheqeq hîkmetek û ji bo me kurdan tiştekî xêrê tê da heye. Dibê meriv sebir bike, dengê xwe neke, her tişt ewê baş bibe...
Dîrok ewê careke din nîşanî me bide tirk nabin xêrxwaz û dostên kurdan. Hela îro qet û qet ne dostên kurdan e, ji her kesî bêtir gorra kurdan dikolin.



XXX
Ji berê û ber da ye kurdan ji ruyê serok û rêberên xwe wenda kirine. Îro jî eynî tişt dubare dibe. Em bi destê xwe bajarên xwe wêran dikin.
Tirk baş bi me dilîzin, me baş îdare dikin, li Diyarbekrê dijmin û wêrankar in û li Başîkê û Hewlêrê jî dost û avakar in.
Li beşekî Kurdistanê me bi hovîtiyeke mezin dikujin û li beşekî din jî dixwazin me ji kuştinê û qetlîamê xelas bikin (!)
Bi Xwedê tirk pir jêhatî ne, eferim ji vê hostetiya wan ra…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE