01 december 2015

Dîtineke rast û pêşniyareke di cî da ye

Serokê Komîteya Huqûqa Qanûna Esasî ya Konseya Federasyona Rûsyayê Andey Klîşas, xwestiye Komeleyên Ulkuciyan wek rêxistinên terorîst werin îlankirin û li Rûsyayê jî werin yasaxkirin.
Daxwazeke pir rast û di cî da ye. Dibê kurdan heta nuha tiştekî wiha kiriba û li dadgehên Tirkiyê û navnetewî giliyekî wiha kiribûna.
Esas ne Komeleyên(Ocaxên)Ulkuciyan tenê, MHP bi xwe jî rêxistineke terorîst e.
Ji xwe Komeleyên Ulkucuyan ”Ulku Ocaklari/ girêdayî MHPê ne, yên terorê bi wan didin kirin MHP ye. MHP emir dide faşîstên ulkucî…
Lema jî dibê hin abûqat û huqûnas li ser vê meselê bifikirin.
Bi rastî jî ulkuciyên/faşîstên MHPê li Tirkiyê li hemberî kurdan terorê dimeşînin. Gelek caran bahaneyekê dibînin û dû ra jî bi rengekî organîze êrîşî kurdan dikin, mal û milkên kurdan dişewitînin û talan dikin.
Helbet van hêzên faşîst û terorîst ji dewletê jî destegê digrin. Çi bikin jî ne tên girtin û ne jî tên cezakirin.
Yanî dewlet bi xwe jî heta dereceyekê li pişt vê rêxistina terorîst e.
Lema jî dibê meriv mesels terorîstiya ”ulkuciyan” hinekî aktuel bike û bibêje ”Ocaxên Ulkuciyan” rêxistineke terorîst e.
Ji ber ku bi êrîş û tevgerên xwe tirs û xofê belav dikin, xelkê terorîze dikin, êrîşî kurdan û hêzên çep û elewî dikin.
Yanî karê wan teror e….

XXX
S. Demirtaş gotiye, "Tahir Elçî bi guleya polîs hat kuştin".
Kurdê viya nebêje dilxwaz û hevalê dewletê ye.
Lê emê viya li ser dewletê îspat nekin.
Ew tiştekî din e.
Ji we me tu carî qatilî li dewletê îspat nekiriye.
Qatilê me dewlet e, helbet ewê qebûl neke.
Ewê sûcê xwe veşêre û li bin guhê hev xe. Tim wiha kiriye, îcar jî ewê wiha bike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE