26 december 2015

Heta ku mahcirên tirk nûnerên me bin emê tim wiha bindest û kole bin

Nursel Aydogan mahcireke ji Bûlgarîstanê ye, xwe tirk qebûl dike, li Bûrsayê mezin bûye û dû ra ketiye nava tevgera PKKê ya legal û demokratîk û ev 3 car in ji Diyarbekrê dibe mebûsa kurdan.

Vê jina mahcir heta nuha gelek caran tiştên li dijî yekîtiya kurdan, li dijî  PDKê û malbata barzaniyan û li dijî çêbûna Kurdistanê gotiye.

Herî dawî jî du roj berê li Diyarbekrê ya jî li Batmanê di civînekê da dîsa hestên xwe yên li dijî çêbûna Kurdisyanê aniye zimên û gotoye, "Em rast nabînin kurd dewleteke cûda damezirînin" û wiha domandiye:

”Rojhilata Navîn şiklekî nuh digre. Li vir tenê birêz Ocalan nahêle kurdên her çar perçeyan werin ba hev û dewletekê ava bikin.(…)
Yanî çareseriyê di nava yekîtiya Tirkyê da, di nava sînorên Mîsakî Millî da tê fikirîn.
Bawer bikin heger îro PKK dev ji vê berde, bi dîtina min Emerîka û Îngilîstan ewê Kurdistanê çêkin. Astenga li hemberî vê, paradîgmeya birêz Ocalan bi pêş xistiye…”

Nûrsel Aydogan pir vekirî dibêje, ”heger ne Ocalan û PKK be Kurdistan ewê çê bibe, astenga li hemberî çêbûna Kurdistanê tenê PKK ye.”

Ji bo partiyeke ku ev 30 sal in şerekî çekdarî dike, bi dehhezaran şehîd dane şerm û trajediyeke pir mezin e ew wek hêzeke li dijî avabûna Kurdistanê were nîşandan.

Lê kes buhtana li PKkê nake, Nûrsel Aydogan, parlamentera HDPê li paytexta Kurdistanê, di nava bi sedan xortên kurd da dibêje ”heger ne ji PKKê û Ocalan be Emerîka û Îngiltere ewê Kurdistanê çêkin, hêza rê li ber vê digre PKK ye, pardîgma(modela) Ocalan e…”

Em HDPê bidin aliyekî, ji ber ku ew ne partiyeke kurd e û Kurdistanî ye, belhazir partiyeke Tirkyê ye.

Lê PKK ne wek HDPê ye, ew tevgereke kurd e, li Kurdistanê şerekî çekdarî dide.
Lema jî heger PKK van gotinên Nûrsel Aydoganê rast nabîne dibê tavilê li dij derkeve û eksê wê bibêje, eksê wê biparêze.

Li ser van gotinên Nûrsel Aydogana tirk û mahcira bulgar,  lê nûnera kurdan ya meclîsa Tirkiyê heta nuha ne PKKê û ne jî KCKê tu beyan nedaye û di heqê van îdîayên Aydoganê da tu berpirsiyarekî  PKKê tiştek negotiye.

Gava kes dengê xwe neke wê demê tiştê Nûrsel Aydoganê gotiye tê qebûlkirin.
Û heta ku beyanek li dijî van gotinên Nûrsel Aydoganê neyê gotin û Aydogan neyê rexnekirin emê van gotinan wek îdîayek rast qebûl bikin.

Ya din jî şêl û bêdengiya kurdên rayên xwe dane vê mahcira bûlgar ya dijmina Kurdistanê ye.
Bêdengiya kurdên, parlamenterên HDPê  yên ku xwedêgiravî  Kurdistaneke serbixwe diparêzin, ne li dijî çêbûna Kurdistanê ne. Çima ew dengê xwe nakin, çima ew newêrin fikrên xwe bibijêjin?

Nursel Aydogan, diwêre û di her fersendê da jî dibêje ew li dijî avabûna Kurdisneke serbixwe ye, ew li dij e ku kurd ji Tirkiyê veqetin û bibin xwedî dewlet.

Baş e kurdên HDPê yên serxwebûnxwaz û Kurdistanparêz çima newêrin wek Nûrsel Aydoganê dîtinên xwe bibêjin?
Ma qey azadiya firkiribeyankirinê ji Nûrsel Aydoganê û ji tirkên li dijî Kurdistanê tenê ra heye?

Heger ne derew e, heger ew jî wek Nûrsel Aydoganê nafikirin bira ew jî fikrên xwe bibêjin, bira bibêjin Nûrsel wiha difikire lê belê em eksê wê difikirin, em dixwazin Kurdistan çê bibe û kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Heta nuha Nûrsel Aydoganê û tirkên wek wê gelek caran li dijî Kurdistanê  beyan dane û  gotine ew li dij in ku Kurdistan ava bibe...

Lê heta nuha ji nava HDPê yek însan li dij van beyan û gotinên van kesan derneketiye û negotiye hûn naxwazin lê belê ez Kurdistanê dixwazim, ez dixwazim kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Diyar e di nava PKKê û HDPê da kesên Kurdistanê dixwazin ya tunene ya jî newêrin wek van tirkên kemalîst dîtinên xwe bibêjin. Heger hene û bi rastî jî Kurdistaneke serbixwe dixwazin dibê îro dengê xwe bilind bikin.

Netîce, ji bo partiyeke ku ev 30 sal in li hemberî dewleta tirk şerekî bêhempa dike û bi dehhezaran şehîd dane, trajediyeke pir mezin e ku Nûrsel Aydogan  wê wek hêzeke li dijî avabûna Kurdistanê nîşan bide û bibêje heger ne PKK be kurdên her çar perçan ewê bibin yek û Kurdistanake serbixwe ava bikin...
Di nava tevgera PKKê û HDPê da hebûna Nûrsel Aydoganê û kesên wek wê bi xwe trajedî û şermeke mezin e, tevgereke netewî van kesên kemalîst di nava xwe da nahêle.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE